Weqfa Liceyê, alîkariya xwarinê ya ji 44 tonî ji Kobanê û Liceyê re şand

Weqfa Piştevanî û Çandê ya liceyê, ji bo hewcedaran alîkariya xwarinê ya ji 44 tonî bi Kobanê û Liceyê re kir.

Weqfa Piştevanî û Çandê ya liceyê, ji bo hewcedaran alîkariya xwarinê ya ji 44 tonî bi Kobanê û Liceyê re kir.

Rêveberiya Weqfa Liceyê ku navenda wê li Stenbolê ye, di çarçoveya biryara xwe ya meha bihurî de dest bi kampanya alîkariyê kir. Alîkariya hat berhevkirin duh li du TIR'an hat barkirin û gihaşt Amedê. Bi qasî 20 ton ji vê alîkariyê, ku hemû ji madeyên xwarinê pêk tê, duh derbasî Liceyê hat kirin û Serokê Weqfê Tarik Baykal û Rêveberê Weqfê Urun Îlgîn di berdêla îmzeyê de radestî keyayên taxan kirin. 24 ton alîkarî jî bi TIR'ekê wê sibehê ji Kobanê re were şandin.