KURDISTAN
Hemû Nûçe
-
Dr. Mahmûd Osman: Divê gerîla qet ji Başûr venekişe
Endamê Kurd ê Meclîsa Iraqê Dr. Mahmûd Osman têkildarî daxuyaniya KCK’ê ya "Em nîqaş dikin hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin” şîrove kir, xwest gerîla ti carî ji Başûr venekişe. -
Rêziknameya Lêvegera Siyasî ya Kurd hate erêkirin
Endamên Lêvegera Siyasî ya Kurd di civîna xwe de rêziknameya bingehîn a Lêvegerê erê kirin. Civînê hê jî berdewam dike. -
Şervanê YPG’ê Atak ber bi rêwîtiya bê dawî ve hate birêkirin
Cenazeyê şervanê YPG’ê Bariş Atak yê ku li ser sînorê Rojava û Bakûrê Kurdistanê di encama qezayeke trafîkî de jiyana xwe ji dest da, li Şirnexê ji aliyê bi hezaran kesî ve hate rêwîkirin. -
6 kesên li Misirc hatibûn binçavkirin hatin girtin
Li Misircê 6 kesên danê sibehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin. -
Di Konseya Nû ya Amedê de dema nû
Konseya Bajêr a Amedê, piştî demeke dirêj bi tevlîbûna pêkhateyên xwe civiya. -
Li Marsîlyayê komîsyona hilbijartinê ya ji 41 kesî hat avakirin
Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, komîsyoneke hilbijartinê hat avakirin. Komîsyona ji 41 kesî, wê ji bo HDP'ê bixebite. -
CDK-F ji bo meşa Strasbourgê banga tevlîbûna xurt kir
CDK-F, ji bo meş û mîtînga 14'ê Sibatê ya li bajarê Fransa Strasbourgê banga tevlîbûnê kir. -
4 kes li Ebexê hatin binçavkirin
Li navçeya Ebexê ya Wanê 4 kes hatin binçavkirin. -
Kurd 15'ê Sibatê bi çalakiyên protestoyî pêşwazî dikin
Komploya navneteweyî ya di şexsê Rêberê Gelê Kurd Ocalan de li dijî gelê Kurd û tevgera azadiyê hat kirin, di salvegera 16. de bi protestoyan tê pêşwazîkirin. Ji bo çalakiyên protestoyî yên li gelek bajar û navçeyan banga tevlîbûnê hat kirin. -
Malbatên Kobanê ji bo vegerê amadekariyan dikin
Welatiyên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ’ê neçar man bajêr biterikînin û hatin Wanê ji bo vegerê amadekariyan dikin. -
YPG: 5 gundên Kobanê hatin rizgarkirin
Di operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirina gundên Kobanê de, li eniya başûrrojava 5 gund hatin rizgarkirin û yek jê serçete, gelek çete hatin kuştin. Li derdora Hesekê jî di encama çalakiyeke YPG/YPJ'ê de 2 çete hatin kuştin, 3 çete jî birîndar bûn. -
Li herêmên gerîla tevgera hewayî
Tevgera artêşa Tirk a li Herêmên Parastinê yên Medya bênavber didome. -
Dîcle: Ji bo çareseriyê pêwîstî bi Destûra Bingehîn a demokratîk heye
Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da xuyakirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi Destûra Bingehîn a demokratîk heye. -
Li Şengalê 2 çete hatin kuştin
Di şer û pevçûnên li Şengalê rû dan, 2 çete hatin kuştin, 2 çete jî birîndar bûn. -
Hevserokatiya Cizîrê komploya 15’ê sibatê şermezar kir
Hevserokatiya Rêveberiya Xweseriya Demokratîk a Kantona Cizîrê bi daxuyaniyekê komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir. -
YBŞ/YPJ: 3’ê Tebaxê berdewama komployê ye
Fermandariya Giştî ya YBŞ-YPJ-Şengalê daxuyaniyek nivîskî da û komploya 15’ê Sibatê şermezar kir. -
'Kujerê Abdulsamet Çelîk dewlet û hikûmet e'
Rêxistina MLKP-Kurdistan, der barê Abdulsamet Çelîk ê tevî nexweşiya xwe ya giran demeke dirêj ji girtîgehê nehat berdan û piştî tehliyeyê duh jiyana xwe ji dest da, daxuyaniyeke nivîskî weşand. -
Nivîskarên Kurd Şaredariya Êlihê ziyaret kirin
Endamên Desteya Rêveber a Nûneriya Êlihê ya Komeleya Nivîskarên Kurd ku dawiya hefteyê damezrandina xwe ragihand, Hevşaredarên Êlihê Sabrî Ozdemîr û Gulîstan Akel ziyaret kirin. -
Ji YDG-H û YDG-K'ê daxuyaniya 15'ê Sibatê
YDG-H û YDG-K'ê gotin, "Hêzên me YDG-H û YDG-K ên fedaiyên Rêber Apo ne, dîlgirtina Rêbertiyê êdî qebûl nakin." -
Şandeyek Parlamenta Başûrê Kurdistanê Şaredariya Amedê ziyaret kir
Şandeyek ji Parlamenta Başûrê Kurdistanê, Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê ziyaret kir. -
YPG/YPJ'yiyan nobedarên li ser sînor silav kirin
Nobedarên sînor ên berxwedana Kobanê, gava berê xwe dan Kobanê, şervanên YPG/YPJ'ê yên gundê Kosikê azad kirin, bi alên YPG/YPJ û TEVDEM'ê nobedarên li ser sînor silav kirin. -
Neynika mirov kar e, ne gotin e - Cemîl Bayik
Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, "Pakêta Ewlekariyê" ya AKP'ê û nêzîkatiya hikûmetê li pêvajoyê nirxand. -
Li Kobanê 6 gundên din hatin rizgarkirin
Li Kobanê ji duh û vir ve 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin. -
KCD'ê destek da çalakiya Egîtîm-Senê ya dest ji kar berdanê
Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) bi daxuyaniyeke nivîskî ragihand ku ew destekê didin çalakiya dest ji kar berdanê ya Egîtîm-Senê ya 13'ê Sibatê ji bo 'Jiyaneek demokratîk û perwerdeya laîk-zanistî û zimanê dayikê." -
‘Divê hunermend û rewşenbîrên Rojhilat di eniya pêş de bin’
Endamê Komîteya Çand û Huner a KADAR Kawa Gever da zanîn ku divê di salvegera komploya navneteweyî de hunermend û rewşenbîrên Rojhilatê Kurdistanê ji çalakiyan re pêşengiyê bikin.