Li Kobanê 6 gundên din hatin rizgarkirin
Li Kobanê ji duh û vir ve 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Li Kobanê ji duh û vir ve 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Li Kobanê ji duh û vir ve 6 gund ji çeteyên DAIŞ'ê hatin paqijkirin.
Operasyonên YPG/YPJ'ê yên ji bo paqijkirina gundên Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê bê navber dewam dike. Di vê çarçoveyê de li eniya rojava duh êvarê gundên Pendira Mezin, Pendira biçûk, Înîs û Bestîk hatin rizgarkirin. Di çalakiyên nîvê şevê de li heman eniyê gundê Zekeriya ê 40 kîlometre dûrî navenda bajêr e û gundê Hêcî yê li eniya rojhilatê Kantonê ye hat paqijkirin.
Hat ragihandin ku di operasyonên YPG/YPJ'ê yên paqijkirinê de, ji duh û vir ve, emîrek jî di nav de gelek çete hatine kuştin. Li eniya rojava, pevçûnên li gundê Mişko dewam dike.
Tê payîn ku YPG der barê mijarê de di saetên pêş de daxuyaniyekê bide.