YPG/YPJ'yiyan nobedarên li ser sînor silav kirin
Nobedarên sînor ên berxwedana Kobanê, gava berê xwe dan Kobanê, şervanên YPG/YPJ'ê yên gundê Kosikê azad kirin, bi alên YPG/YPJ û TEVDEM'ê nobedarên li ser sînor silav kirin.

Nobeda berxwedêrên li ser sînor, paralelî operasyonên azadkirinê yên YPG/YPJ'ê dewam dike. Li gundên Miseynter, Mehser û Elîzêrê, ku bûne navenda çalakiyên nobedê, çalakî bi beşdariya girseyî dewam dike. Bi van çalakiyan re ewlekariya xeta rojava û rojhilat a Kobanê ji aliyê gundiyan ve tê ewlekirin.
Çalakiya zincîra ji mirovan a nobedarên berxwedanê, îro bi beşdariyeke xurtir pêk hat. Li gel dayikên aştiyê yên ji Mêrdînê hatin, mirovên li gundê Miseynterê beşdarî çalakiyê bûn. Li gundê Elîzêrê jî jinan alên PKK, YPG û dowîz hilgirtin. Beriya çalakiya zincîra ji mirovan, şervanên YPG/YPJ'ê yên li gundê Kosikê, bi alên YPG û TEVDEM'ê re berxwedêrên li ser xetê silav kirin. Li ser vê yekê, bi sedan jinên berxwedêr bi tilîliyan bersiv dan silava şervanan.
Çalakiya zincîra ji mirovan bi deqeyeke rêzgirtinê ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadî û demokrasiyê destpê kir. Şervanên li gundê Kosikê alên xwe li trafoyekî gelekî nêzî xeta sînor daliqandin. Berxwedêrên ku berê xwe dabûn Kobanê jî, bi qîrîna dirûşman serketin û operasyonên azadkirinê yên YPG/YPJ'ê silav kirin.