6 kesên li Misirc hatibûn binçavkirin hatin girtin

Li Misircê 6 kesên danê sibehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li Misircê 6 kesên danê sibehê di serdegirtina malan de hatibûn binçavkirin, hatin girtin.

Li navçeya Misirc a Sêrtê danê sibehê polîsan û tîmên taybet girtin ser gelek malan û 6 kes binçav kirin. Kesên binçavkirî piştî karûbarên li Midûriyeta Polîsan sewqî edliyeyê hatin kirin. Ramazan Ulam, Eyup Mînas, Kerem Dogan, Hakan Selen, Alî Oguz, Abdulkadîr Satman, bi sedema "Zerardayîna sazî û dezgehên gelemperiyê” û “Derketina li hember polîsan” şandin, Dadgeha Ceza ya Sulh a Misirc. Her şeş kes bi heman sedemê hatin girtin û ew şandin Girtîgeha Sergirtî Tîpa E ya Sêrtê.