Neynika mirov kar e, ne gotin e - Cemîl Bayik

Hevserokê Konseya Rêveber a KCK'ê Cemîl Bayik di nivîsa xwe ya vê hefteyê ya li rojnameyên Azadiya Welat û Yenî Ozgur Polîtîka de, "Pakêta Ewlekariyê" ya AKP'ê û nêzîkatiya hikûmetê li pêvajoyê nirxand.

Hikûmeta AKP’ê ragihand ku ew bi israr e ‘Pakêta Ewlekariyê’ ya faşîzma sazîbûyî bihêztir bike, derxîne. Tayyîp Erdogan ê dixwaze bibe şefê neteweyî gotineke beradayî ya mîna, ‘eger ev qanûn dernekeve em ê di bin siya çekan de biçin hilbijartinê” bi lêv kir. Mîna têgîna dibêje; “yê minareyê bidize pêçavê wê amade dike” diyar e ji niha ve di nava hesabê hin tiştan de ye. Bi vî serê Tayyîp, an wê serê Tirkiyeyê li dîwaran bikeve yan yê wî bixwe. Ji ber ku di roja me de tim zextan mîna dizê ‘jêhatî’ helwesta ku tim xwe bi ser bixe encameke cuda bi xwe re nayîne. Davutoglu, mîna hemû dîktatoran hincet ji bo qanûnên faşîst ê dixwaze derxe dîtiye. Dixwaze çalakî û protestoyên gelê Kurd ên ji bo Kobanê bike hinceta faşîzma sazîbûyî. Li dewsa ku rexnedayîn û lêpirsîna polîtîkayên hikûmeta AKP’ê yên der barê Kobanê de û gotinên Tayyîp Erdogan ên “Kobanê ha ket, ha dikeve” bide, hewl dide protestoyên gelê Kurd ên 6-7-8’ê Cotmehê ji bo zêdetir zilm û zextê bixe hincet.

Di Cotmehê de di bin çavdêriya hikûmet û hêzên dewletê de 40 mirov hatin qetilkirin. Ev cînayet di bin hîmayeya dewletê de pêk hatin. Hêna jî qatil tên parastin. Kujerek cînayetekê bi tenê ji van hêj nehatiye dîtin. Tenê ji bo 3-4 kesên hatin kuştin bi dehan ciwan û welatparêzên Kurd hatine girtin. Ev yek jî ji bo reşkirina Tevgera Azadiya Kurdistanê pêk anîne. Ji bilî vê negirtina qatilekî bi tenê jî nîşaneya hevkariya sûc a hikûmetê ye. Li dewsa ku hikûmet hesabê van qetilkirinan bide mîna mînaka, ‘hem sûcdar, hem bihêz’ ên derveyî xwe sûcdar dike. Qanûneke bi vî rengî nîşan dide ku polîtîkayeke çareseriya pirsgirêka Kurd a hikûmeta AKP’ê tine ye. Ji ber ku yên bixwazin pirsgirêkan di nava demokrasiyê de çareser bikin serî li qanûnên wisa nadin. Têgihîştineke ku qanûnên bi vî rengî derdixe jî di serî de pirsgirêka Kurd nikare ti pirsgirêkan çareser bike. Ji ber ku pirsgirêk ne bi qanûnên wisa, bi gavên bingehîn ên demokratîkbûnê çareser dibin. Niha qala agirbesta zexmkirî dikin. Li cihekî ku ev têgihîştin hebe agirbest çixasî were zexmkirin jî rê li bûyeran nikare were girtin. Ev têgihîştin bi xwe li her derê pirsgirêkan derdixe. Ji ber ku li gorî vê têgihîştinê bi taybetî Kurd, bi giştî mirov xwedî potansiyela sûc in. Jixwe ev sed sal in Kurd ji ber ku mafên xwe dixwazin mîna sûcdar tên dîtin. Her kes dizane ka çi anîn serê Kurdên ku daxwaza mafên xwe kirin.

Rojane girtina bi dehan kesî û hebûna bi hezaran siyasetmedarî ya di zindanan de nîşaneya vê rastiyê ya herî berbiçav e. Hikûmeta AKP’ê ji aliyekî ve bi HDP’iyan re hevdîtinan pêk tîne, heyetan dişîne Îmraliyê, qala agirbesteke zexmkirî dike lê ji aliyê din ve jî qanûnên bi vî rengî derdixe. Ev bi serê xwe provokasyon e û mikûrhatina tinebûna niyeta çareseriyê ye. Qanûnên bi vî rengî di serî de tê wateya sabotekirina hewldanên Rêberê Gelê Kurd ên li Îmraliyê. Yên xwedî vê têgihîştinê ne wê nikaribin pêşnûmeya muzakereyê ya Rêber Apo pêşkêş kir bi rengekî rast binirxînin û di çareseriya pirsgirêka Kurd de gavan biavêjin. Eger encameke ji hevdîtinên li Îmraliyê derkeve, divê beriya her tiştî ev têgihîştin were terikandin. Piştî qanûneke bi vî rengî derket kîjan demokrat an mirovê Kurd wê bawer bike ku AKP rast nêzî hevdîtinên li Îmraliyê dibe? Yên qanûneke bi vî rengî derdixin nikarin bibin xwedî seriyekî demokrat. Seriyên ku ne demokrat in jî ji bo çareseriya pirsgirêkê gavê naavêjin. Rêberê Gelê Kurd dibêje qanûneke bi vî rengî ji bo me ‘kaduk’ e, yanî ji aliyê me ve wê tine were hesibandin. Ji hikûmeta AKP’ê daxwaz dike ku dawî li hewldanên ji bo hegemonyayê werîne. Ji ber ku Rêberê Gelê Kurd dizane yên li pey hegemonyayê digerin nikarin Tirkiyeyê demokratîze bikin. Jixwe di vê mijarê de gelek caran nirxandin kirin û ji bo li pey hegemonyayê negerin hişyarî kirin. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiya Kurd gelek caran deklare kirin ku di rewşa avêtina gavên cidî yên ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd û demokratîkbûna Tirkiyeyê de ew ê bersiva erênî bidin.

Lê di rewşa ku gavên cidî werin avêtin de! Lê hikûmeta AKP’ê heta niha tim mijûl kir û gavên cidî neavêtin. Tevî ku Tevgera Azadiya Kurd leşker, polîs û wezîfedarên dewletê yên dîl serbest jî berdan hikûmeta AKP’ê girtiyekî nexweş bi tenê jî serbest berneda. Tevî ku êsîr serbest hatin berdan jî girtiyên nexweş xistin mijara bazarê. Careke din em destnîşan dikin; neynika mirov kar e, gotin nîne. Ji ber ku bi salan e dibêjin, ‘pêvajoya çareseriyê baş diçe, di qonaxeke baş de ye’ lê di pratîkê de gaveke bi tenê jî neavêtine. Rêber Apo û Tevgera Azadiyê ev 20 sal in di lêgerîna diyaloga bi dewlet û hikûmetê re ne û hewl dane vê pirsgirêkê bi rêbazên demokratîk û siyasî çareser bikin. Ji ber ku tercîh ne çareseriya bi şer e. Rêberê Gelê Kurd û Tevgera Azadiyê bawer dikin ku bi lihevkirineke demokratîk pirsgirêkên bi vî rengî dikarin çareser bibin. Rêbertiya me ti caran vebijarka çareseriyê piştguh nake. Lê belê tevgera me û gelê me çarenûsa xwe, jiyana xwe ya demokratîk û azad bi vebijarkeke wisa bi tenê ve girê nade.

Dema pratîka dewleta tirk û hikûmeta AKP’ê li ber çavan were girtin, her tim wê vebijarkên din jî di dewreyê de bin. Ji ber ku jiyana azad û demokratîk a gelekî ji wijdanê ti kesî re nikare were hiştin. Tevgera me tim bawer kiriye ku çareseriyeke mayînde û bingehîn bi têkoşîna hevpar a hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê mimkûn e. Çareseriya bi hêzên demokrasiyê yên Tirkiyeyê re rêya çareseriya herî mayînde û bingehîn e. Ji ber ku hêzên demokrasiyê di serî de pirsgirêka kurd, pirsgirêka elewiyan ji bo çareseriya hemû pirsgirêkan xwedî têgihîştin û îradeyê ye. Ji ber vê yekê çûyina hilbijartinê ya bi hevkariyeke li derdora HDP’ê re û serketina vê hilbijartinê wê bibe rêya rast a çareseriya pirsgirêka Kurd a demokratîk û demokratîkbûna Tirkiyeyê. Ji ber vê yekê jî divê hemû gelê Kurd û hêzên demokrasiyê cidî nêzî vê vebijarkê bibin. Bi vê yekê re jî hilbijartinên pêşiya me wergerînin destpêka pêvajoya demokratîkbûneke rastî ya Tirkiyeyê û çareseriya pirsgirêka Kurd.

Çavkanî: Azadiya Welat, Yenî Ozgur Polîtîka