Li Marsîlyayê komîsyona hilbijartinê ya ji 41 kesî hat avakirin

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, komîsyoneke hilbijartinê hat avakirin. Komîsyona ji 41 kesî, wê ji bo HDP'ê bixebite.

Li bajarê Fransa Marsîlyayê, ji bo hilbijartinên giştî yên li Tirkiye û Bakurê Kurdistanê, komîsyoneke hilbijartinê hat avakirin. Komîsyona ji 41 kesî, wê ji bo HDP'ê bixebite. Armanca komîsyonê ew e ku 5 hezar dengên li Marsîlyayê ji bo HDP'ê berhev bike.

Endamên komîsyonê yên li Navenda Civaka Kurd a Marsîlyayê civiyan, stratejiya kampanya hilbijartinê diyar kir. Bajarê Marsîlyayê bi 7 herêman hat dabeşkirin; Marignane, Miramas, Vitrolles, Martigues, Aix, Salon û ji bo bajarokên derdorê jî ekîbên taybet hatin avakirin.

Her wiha ji bo gel û baweriyên din ên li Marsîlyayê jî komîsyon û ekîbên taybet ên hatin avakirin. Li gorî vê yekê, Komîsyona Asûrî-Keldanî, Komîsyona Elewî, Komîsyona Mizgeftê û Komîsyona Yekîtiya Hêzê hatin avakirin. Yek ji van komîsyonan jî Komîsyona Agahî û Ragihandinê ye.

Li Marsîlyayê dengdan wê di navbera 8-31'ê Gulanê de bêyî girtina randevûyan pêk were. Ji bo dengdanê, divê hilbijêr li Konsolosiya Marsîlyayê qeydkirî be. Yên qeyda xwe li Konsolosê nîne jî divê heta 8'ê Nîsanê navnîşana xwe ji Konsolosê re bi rêya postayê yan jî bi xwe, ragihîne.