Ji YDG-H û YDG-K'ê daxuyaniya 15'ê Sibatê

YDG-H û YDG-K'ê gotin, "Hêzên me YDG-H û YDG-K ên fedaiyên Rêber Apo ne, dîlgirtina Rêbertiyê êdî qebûl nakin."

YDG-H û YDG-K'ê gotin, "Hêzên me YDG-H û YDG-K ên fedaiyên Rêber Apo ne, dîlgirtina Rêbertiyê êdî qebûl nakin."

Rêveberiya YDG-H û YDG-K, ji ber salvegera kompoloya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, daxuyaniyeke nivîskî weşand.

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku ew di salvegera 16. a roja reş de ne û hat gotin, "Komploya lanetlêbûyî ku di kesayetiya Rêber Apo de li dijî tevgera azadiyê ya gelê Kurd hat kirin, her çend gelekî berfireh bûye jî, tevgera me ya azadiyê; di salvegera 16. a komploya navneteweyî de bi pêşengiya ciwanên fedaî yên Kurdistanê, bi berxwedana li Şengal, Kobanê, Rojava û serhildanên 6-8'ê Cotmehê de, komploya herî namerdî ya dîrokê pûç kiriye."

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku Tevegera Azadiyê ya xwe ji felsefeya Ocalan xwedî dike, hemû rûyên qirêj ên xwe weke hawariyên demokrasiyê nîşan didin kifş kiriye û hat destnîşankirin, ku Tevgera Azadiye bi paqijkirina Kobanê ji çeteyên DAIŞ'ê yên faşîst re, bi berxwedana xwe re dersa mirovahiyê daye tevahiya cîhanê û bûye hêviya azadiyê ji hemû gelên bindest re.

Di daxuyaniyê de bal hat kişandin ser dilsoziya ciwanan bi Ocalan re û ev hişyarî hat dayîn:

"Di asta heyî de ciwanên leheng ên Kurdistanê, êdî nikarin xwe li dîlgirtina Rêber Apo û dagirkirina welatê me rabigirin. Dewleta TC a dagirker a naxwaze hêrsa mezin a ciwanên Kurd fêm bike û polîtîkayên mijûlkirinê dewam dike, divê ji serhildanên 6-8'ê Cotmehê dersê derxîne. Hêzên me YDG-H û YDG-K ên fedaiyên Rêber Apo ne, dîlgirtina Rêbertiyê êdî qebûl nakin. Wê jiyanek bê Rêber Apo nede jiyîn."

Rêveberiya YDG-H û YDG-K'ê bang li ciwanên welatparêz kir ku komploya navneteweyî lanet bikin û serhildanan xurt bikin û got, "Azadkirina Rêber Apo û welatê me, soza me ya li şehîdên me ye, ku bi bedena xwe agirê azadiyê geş kirin."

Di daxuyaniyê de di kesayetiya Dêrsim Tolhildan ê di 12'ê Sibata 2014'an de ji aliyê dewleta Îranê ve hat qetilkirin, hemû cangoriyên têkoşîna azadiyê hatin bîranîn.