Dîcle: Ji bo çareseriyê pêwîstî bi Destûra Bingehîn a demokratîk heye

Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle da xuyakirin, ku ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd pêwîstî bi Destûra Bingehîn a demokratîk heye.

Li dû serdana endamên Parlamenta Başûrê Kurdistanê, Hevserokê KCD'ê Hatîp Dîcle bersiv da pirsên rojnamevanan û anî ziman ku piştî hevdîtina li Qendîlê ew ê bi hikûmetê re hevdîtineke din pêk bînin. Dîcle ogt, "Heyeta me wê piştre bi biryara hatiye wergirtin re, daxuyaniyeke hevpar bide. Ji ber vê yekê, li ser detayê em nikarin niha tiştekî bêjin. Ev yek berê hatibû deklarekirin. Em ê li gorî wê tevbigerin. Piştî hevdîtina li Qendîlê em ê bi hikûmetê re careke din hevdîtinê bikin û piştî demeke kurt jî daxuyaniya hevpar wê were dayîn."

Dîcle da zanîn ku hikûmetê rastiya 'li ber bûyîna muzakereyê' ne derewandiye û got, "Em siyasetmedar neçar in hêviyê mezin bikin. Dema me hêviya herî biçûk mezin kir jî, em hewl didin wê mezintir bikin. Wezîfeya me ev e. Wezîfeya heyetê ev e. Ji ber vê yekê bala me her tim li ser e, em her tim aliyê erênî dinirxînin. Agahdarkirina raya giştî niha bi feyde ye. Di daxuyaniya hevpar de wê her tişt diyar bibe. Di hevdîtinan de carna zehmetî derdikevin. Ev li her devera cîhanê dibe. Yanî ne tenê li cem me. Weîfeya siyasetmedar û dîplomatan, bi rêya hevdîtinan vekirina rê ye. Em hewl didin vê bikin. Bila kes nefikire ku çareseriya pirsgirêkeke 200 salî gelekî hêsan e."

BERIYA HILBIJARTINÊ EM DIXWAZIN XWE BIGIHÎNIN BIRYAREKÊ

Dîcle diyar kir ku ew dixwazin û hewl didin beriya hilbijartinan xwe bigihînin biryarekê û vê yekê jî ji cîhanê û raya giştî re aşkera bikin û got, "Deklarasyonên bi vî rengî yên hikûmetê çêbûn. Em dixwazin beriya hilbijartinê bigihêjin biryardariyekê. Ji bo çareseriya pirsgirêka Kurd Destûra Bingehîn a demokratîk ji her tiştî bêhtir pêwîst e. Heta roja îro jî atmosferek li Parlamenta Komara Tirkiyeyê derneket holê ji bo Destûra Bingehîn a demokratîk were çêkirin. Pirsgirêkên hejmarî û yên mîna wê hene. Divê çareseriya pirsgirêka Kurd weke qonax, weke çend qonaxan bê dîtin. Niha ji bo çareseriyê alî li dora masê ne. Hevdîtin dewam dikin. Em dikarin vê bêjin. Ez di nava heyeta dawî ya bi hikûmetê re hevdîtin kir de nebûm. Bêguman di hevdîtina bi hikûmetê re hevalan pirsgirêk xistine rojevê. Me bersiva wan hînê parve nekirine."

Dîcle da zanîn ku hewldan hene ji bo di Newrozê de peyameke girîng were dayîn û got, "Mesaj wê bigihêje negihêje em nizanin. Ev bi rêveçûna hevdîtinan ve girêdayî ye."