KURDISTAN
Konferansa Şengalê banga li ser bingeha Destûra Iraqê rêveberiyek xweser a Şengalê bê avakirin, hat kirin. Di konferansê de hat diyarkirin ku ji ewlehiyê heta aborî, dabînkirina edaletê û gelek pirsgirêk dikarin bi statuya destûrî werin çareserkirin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku biryara yekbûnê di nav Tevgera Rojhilatê Kurdistanê de biryarek stratejîke û got, "Têkoşîna me wê heta hilweşandina rejîma Îranê û bidestxistina mafên Kurdan lbidome."
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Hemû Nûçe
-
-
-
-
PKK: Ji bo azadiya Rêbertiyê em çalakiyan bilind bikin
Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi daxuyaniyekê got, "Partiya me PKK bi biryar e, ku di sala 16. a komployê de ji bo sîstema Îmraliyê ji binî ve ji holê rake, Rêbertiya me azad bike û neteweya demokratîk ava bike, hemû hêza xwe seferber bike."
-
-
MUB banga xwedîderketina li bîranîna Derwîş kir
Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li bîranîna şervanê MFS'ê Tamer Derwîş ê di şerekî li Til Temir ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, xwedî derkevin.
-
-
Heyeta Kurd bi parlamenterê Spanî re hevdîtin kir
Komîteya Piştevaniya Gelê Kurd û Rojava ya li Spanyayê, bi parlamenterê Partiya Yekîtiya Çep Joan Josef Nûetî Pûjols re hevdîtinek pêk anî û li ser daxwaza derxistina navê PKK'ê ji 'lîsteya rêxistinên terorê' dosya pêşkêş kir.
-
Ji pêşmergeyan peyama yekîtiya neteweyî
YPG û YPJ’iyên li gundê Qiranê gotin, ‘Em ê xaka xwe azad bikin’. Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî diyar kirin ku azadkirina Kobanê ji bo yekîtiya neteweyî girîng e, di navbera YPG-YPJ’ê û pêşmergeyan de ti cudahî tine.
-
'Sala 2015'an wê bibe sala azadiya Ocalan'
Gerîlayên Kurdistanê di 16. salvegera Komploya Navneteweyî de careke din komplo şermezar kirin û destnîşankirin ku ew ê sala 2015’an bi azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tacîdar bikin.
-
‘Rêbertî, li asoyê bêdawîbûnê cih digire’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî der barê 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de axivî û got: “Hemû rûyên qirêj ên di kemînê de bi hemû tazîbûna xwe di 15’ê Sibatê de diyar bûn.”
-
-
'Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelên bindest e'
Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl diyar kir ku emperyalîst û hevkarên wan xwestine gelên Kurd û Tirk berdin hev û got, "Lê belê Birêz Ocalan ev plan û xeyalên wan xera kir. Lewma emperyalîstan û hevkarên wan komploya 15'ê Sibatê pêk anîn."
-
-
Operator di bin aşûtê de man
Piştî aşûta li rêya Mûş-Amed, îro dema xebatên vekirina rêyan dihat kirin, aşût ket ser wesayîtên kar ên rêyan. Operatorên wesayîtên kar ku bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin, xebatên vekirina rêyan didome.
-
-
-
-
-
Li Cizîrê şelandina 7mîlyon dolar
Wesayîta kuryeyê bi rêyên qanûnî ji Başûrê Kurdistanê 7 mîlyon dolar ji dovîzkarên Tirkiyeyê re tîne duh êvarî li ser rêya Silopiya-Cizîrê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat şelandin.
-
-
-
Tûnç: Ez ê tazmînatê ji Kobanê re bibexşînim
DMME, ji ber cezakirina Hunermend Ferhat Tûnç, bi hinceta ku li dijî xalên 10. û 6. ên PMME derketiye Tirkiye mehkûm kir. Tûnç ku ji ANF’ê re axivî diyar kir tazmînata bê dayîn wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bibexşîne.
-
-