Çalakvanên Meşa Dirêj banga tevlîbûna mîtînga li Strasbourgê kirin

Çalakvanên Meşa Dirêj, ji bo mîtînga 14'ê Sibatê roja Şemiyê ya li bajarê Fransa Strasbourgê, banga tevlîbûnê kirin.

Çalakvanên Meşa Dirêj, ji bo mîtînga 14'ê Sibatê roja Şemiyê ya li bajarê Fransa Strasbourgê, banga tevlîbûnê kirin.

Çalakgerên ji Frankfurtê dimeşin Strasbourgê, ji bo mîtînga 14'ê Sibatê roja Şemiyê, banga tevlîbûnê kir.

'ROJ ROJA AZADIYA JI SEROK APO RE YE'

Ji Komîteya Amadekar a Meşê Fîdel Bîçer got, "Rêya me ji 250 kîlometreyî pêk tê. Temaya bingehîn a vê meşê, ji bo azadbûna Serok Apo afirandina raya giştî ye. Di sala 16. a komploya navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Birêz Abdullah Ocalan de, gerîlayên Kurdistanê, Kurdistaniyên li Rojava, Şengal, Bakurê Kurdistanê û Ewropayê dijîn û dostên wan, ev komplo pûç kirine. Roj roja azadiya ji Ocalan re ye."

Bîçer bang li hemû Kurdistanî û dostên wan kir ku beşdarî mîtînga roja Şemiyê bibin û got, "Em ê meşa xwe bi mîtînga li wê derê re, bi awayekî herî bedew tacîdar bikin."

'MOTÎVASYONA ME JI ŞENGAL Û KOBANÊ YE'

Ji nûnerên Ciwanên Azad Mordem Botan ê di komîteya amadekar de jî cih digire got, "Meşa dirêj a 12 rojan wê piştî du rojan bi dawî bibe. Meşa me bi coş û motîvasyoneke mezin dewam dike. Berxwedana li Şengalê û serketina li Kobanê meşa me motîve dike. Serma û seqemê, yan jî astengiyan nekarî vê motîvasyona berxwedanê bişkînin. Jİ ber ku ev meş motîvasyona xwe ji Kobanê û Şengalê digire. Komploya navneteweyî careke din bi Kobanê re hatiye pûçkirin. Ji ber ku gelê li wir li ber xwe dide, di çarçoveya felsefe û paradîgmaya Rêber Apo li ber xwe dide. Di vê çarçoveyê de çalakiya Arîn Mîrxan ev perspektîfa berxwedanê daye ciwanan."

Botan bang li Kurdistaniyên li Ewropayê dijîn kir ku ji bo protestokirina Komploya Navneteweyî roja Şemiyê beşdarî meş û mîtînga li Strasbourgê bibin.