KCD-E: Di 14'ê Sibatê de em bi ruhê serhildanê li Strasbourgê bin

Hevserokatiya KCD-E, der barê salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de daxuyaniyek da û banga tevlîbûna li çalakiya 14'ê Sibatê ya li Strasbourgê kir.

Hevserokatiya KCD-E, der barê salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê de daxuyaniyek da û got, "Ji bo em vê meşa vîna hevpar a ji jin, ciwan, extiyar û hemû bawermendên Kurdistanî bi heybetî pêşwazî bikin, ji bo em bi meşvanên azadiyê yên ji 3 baskan ve dimeşin Strasbourgê re komployê şermezare bikin û ji bo em bi yek dengî şiyara 'Ji Rêber Apo re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî' biqîrin, em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin, ku di 14'ê Sibatê de bi ruhê serhildanê li Strasbourgê bin."

Hevserokatiya KCD-E bi daxuyaniyeke nivîskî, komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê şermezar kir.

KCD-E da xuyakirin ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, mêtîngerî bênasname hiştina Kurdistanê ye û israra rêbaza jiyana koledariyê ya li ser gelê Kurd tê ferzkirin e. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di serî de mêtîngeriya TC, dubarebûna zîhniyeta faşîzan a aktorên sereke yên li Lozanê Kurdistan parçe kirine, ye. Hatiye xwestin ku meşa azadiyê ya Rêberê Gelê Kurd bi ked û berdêlên mezin afirandiye û bûye çavkanî ji hemû gelên bindest re, were astengkirin."

KCD-E diyar kir ku vê daxwaza azadiyê ya têkoşîna mirovahiyê afirand, tirs û xof xistiye dilê hêzên mêtînger û emperyalîst û bi komployê re hatiye xwestin ku ev têkoşîna mirovahiyê bê fetisandin. Di dewama daxuyaniyê de hat gotin, "Berxwedana 16 salan a Rêberê Gelê Kurd, hemû hêzên emperyalîst û dewletên mêtînger ên di nava komployê de cih girtine, pûç kiriye. Mejiyê faşîzan ê bi bicihkirina navê PKK'ê li 'lîsteya terorê' re xwestin komployê kûrtir bikin, li pêşberî mezinbûna tevgera azadiyê ya Kurdistanê roj bi roj, bêçare mane. Gelê Kurd û dostên gelê Kurd komplo nepejirandine, ev 16 sal in li dora Rêber Apo bûne xelek, felsefe û bîrdoziya wî li her qada jiyanê xistine meriyetê û xeyalên faşîzan ên komplokeran di qirika wan de hiştine.

Berxwedana Rêber Apo ya 16 salan di nava şertên dîlgirtinê de ji bo azadiya gelê Kurd û gelên bindest dimeşîne, di mînaka Rojava de şênber bûye. Êrîşên ewçend barbarî yên li hemberî modela modernîteya demokratîk a Rêber Apo, hewldana komplokeran a di asta duyemîn de ye."

KCD-E da zanîn ku berxwedana Kurdên li Rojava, Şengal, çar parçeyên Kurdistanê û Ewropayê nîşan daye ku komplo bi ti awayî bi ser nakeve û got, "Jinên Kurd bi felsefeya Rêber Apo re, di kesayetiya Arîn Mîrxan de weke berxwedêrên parastina mirovahiyê cihê xwe di dîroka cîhanê de girtine, bersiv dane zîhniyetê komplokeran. Di salvegera vê komploya faşîzan de, em meşa dîrokî ya jin, ciwan û hemû saziyên Kurdistanî ya bi şiyara 'Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî' li gel serma û seqema zivistanê bi rojane dewam dike, silav dikin. Ji bo em vê meşa vîna hevpar a ji jin, ciwan, extiyar û hemû bawermendên Kurdistanî bi heybetî pêşwazî bkiin, ji bo em bi meşvanên azadiyê yên ji 3 baskan ve dimeşin Strasbourgê re komployê şermezare bikin û ji bo em bi yek dengî şiyara 'Ji Rêber Apo re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî' biqîrin, em bang li tevahiya gel û dostên xwe dikin, ku di 14'ê Sibatê de bi ruhê serhildanê li Strasbourgê bin."