MLKP Rojava: Nergîz yek ji berxwedêrên bi ruhê fedaî bû

MLKP Rojava, Nûman Nergîz ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û peyama: “Pêkanîna xewnên te deynê me û sedema rûmeta me ye.”

MLKP Rojava, Nûman Nergîz ê li Kobanê jiyana xwe ji dest da bibîr anî û peyama: “Pêkanîna xewnên te deynê me û sedema rûmeta me ye.”

MLKP Rojava ji bo Nûman Nergîz ê di operasyonên paqijkirina gundan de jiyana xwe ji dest da de daxuyaniyek nivîskî da.

BI DILNIZMIYA XWE MÎNAK BÛ

Di berdewamiya daxuyaniyê de wiha hate gotin: “Hevalê Nûman wê di têkoşîna me ya yekbûyî ya gelan de bijî. Hevalê Nûman yek ji pêşengên bi cesaret û şoreşger bû, hevalê me yê çekê bû. Hevalê Nûman, rêhevalê Saryayê bû. Ji bo serketina Kobanê pêk bê, yek ji pêşengên ku bi ruhê berxwedêr li eniya pêş dimeşiya.

Di berdewamiya daxuyaniyê de hat diyarkirin ku hevalê Nergîz bi têkiliyên hevaltî, parvekirin û fêrkirinê şopên xwe hiştiye û wiha pêde çûn: “Hevalê Nûman di biryargeha me ya Kobanê û eniyên din de cihekî girîng digirt, bi mutewazîbûna xwe û germbûna xwe mînak bû. Ew fermandarekî ku bi hevala Sarya re çalakiyên ku darbeyên mezin li DAIŞ’ê dixist plan kir û pêk dianî bû. Di operasyonên li dijî çeteyan de bi cesaretek mezin derket pêş û di heman demê de mamosteyekî baş bû. Bîranîn û xeyalên  wan ji bo me mîrateya herî mezîn e. Pêkanîna xeyalên wan deynê me ye û sedema rûmeta me ye.”

Di dawiya nûçeyê de ji malbata Nûman Nergîz û YPG’iyan re sersaxî hat xwestin.