Tûnç: Ez ê tazmînatê ji Kobanê re bibexşînim

DMME, ji ber cezakirina Hunermend Ferhat Tûnç, bi hinceta ku li dijî xalên 10. û 6. ên PMME derketiye Tirkiye mehkûm kir. Tûnç ku ji ANF’ê re axivî diyar kir tazmînata bê dayîn wê ji bo ji nû ve avakirina Kobanê bibexşîne.

DMME, ji ber cezakirina Hunermend Ferhat Tûnç, bi hinceta ku li dijî xalên 10. û 6. ên PMME derketiye Tirkiye mehkûm kir. Tûnç ku ji  ANF’ê re axivî diyar kir tazmînata bê dayîn wê ji bo jinûve avakirina Kobanê bibexşîne.

Dadgeha Mafên Mirovan a Ewropayê (DMME), bi hinceta ku Hunermend Ferhat Tûnç ê ji ber  axaftina xwe ya li konsekere 4'ê Tebaxa 2003'an de hat cezakirin, Tirkiye mehkûm kir.

Hunermend Ferhad Tûnç ku ji ANF’ê re axivî got, “08. 04. 2003’yan li Aydinê min di konsera Rêxistina DEHAP’ê ya Bajêr de cih girt. Ji bo lidarxistina konserê Walîtiyê destûr dabû. Dîsa beriya konserê ez 13 rojan li Girtîgeha Mûgla mam. Dema ez li ser dikê bûm, min têkildarî huner û hunermandan axaftinek kir. Dema ez diaxivîm polîsan qeyd dikirin û der barê axaftina min de girtek amade dikirin. Paşê doz hat vekirin.”

Tûnç di dewama axaftina xwe da xuyakirin ku ji bo li Dêrsimê jî derketiye dikê der barê wî de doz hatiye vekirin, doz jî hatiye taloqkirin. Tûnç destnîşan kir ku ev biryara DMME ji bo tevayî camiaya hunerê bersivek e û di vê çarçoveyê de girîngiyê dide biryara dadgehê.

Tûnç got ku tAzmînata 4 hezar û 250 Euro wê ji bo jinûve avakirina Kobanê bibexşîne.