‘Rêbertî, li asoyê bêdawîbûnê cih digire’
Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî der barê 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de axivî û got: “Hemû rûyên qirêj ên di kemînê de bi hemû tazîbûna xwe di 15’ê Sibatê de diyar bûn.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî der barê 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de axivî û got: “Hemû rûyên qirêj ên di kemînê de bi hemû tazîbûna xwe di 15’ê Sibatê de diyar bûn.”
Endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî der barê 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî de axivî û got: “Hemû rûyên qirêj ên di kemînê de bi hemû tazîbûna xwe di 15’ê Sibatê de diyar bûn.”
Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de ji aliyê hêzên hegemon ve hat revandin û teslîmî Tirkiyeyê hat kirin. Der barê 16’emîn Salvegera Komploya Navneteweyî de endama Koordînasyona PAJK’ê Bêrîtan Cûdî nirxand kir. Cûdî da zanîn ku li dijî tenêtiya xwedayetiya mezin, tenêbûna bi wan re, wateya wê gelek mezin e.
“Em demekê ji aliyê ‘Roja’ xwe ve bi têgehek nû re hatin naskirin. Nav: tenêtiya xwedayetî. Lê di nava rojê de me têgeha tenêbûnê pir carî bikar anîbû, Piştî xweda li ber hat zêdekirin wateya wê mezin bû. Li aliyekî wateya ku em li tenêbûnê bar dikin cih digire, li alyê din jî tenêtiya xwedayetiya bi Rêber Apo re şênber bûye. Tenêtiya xwedayetî zindî û aktîf e.”
Cûdî da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan destpêkê tenêbûn wek qutbûnê û piştre wek teşeya amadekariya hevdîtina mezin vegotiye. Cûdî got ku tenêbûna wan teng û kesane ye, ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan bê dawî û civakî ye.
TENÊTIYA XWEDAYETÎ NAVXWEYÎ YE
Cûdî di berdewamiya axaftina xwe de got ku tezatiya navbera tenêtiyan de diyar bûye di navbera wan û Rêberê Gelê Kurd de wek diriyê reş e. Cûdî da zanîn ji ber vê yekê dema tenêtiya xwe didin nasîn û lêpirsîn dikin, lêgerîna wan a di rojê de dirêj dibe. Cûdî got: “Cudahiya di navbera her du tenêtiyan de bi xwe re du cîhanên azad ên cuda afirandine. Tenêtiya me, cihê ku pergala serdest em avêtinê ye. Rastiya tenêtiya xwedayetiyê cuda ye. Tenêtiya xwedayetî ne navxweyî ye. Ne teşeyî ye, kirdeyî ye.”
Cûdî destnîşan kir ku li Kurdistanê tenêtiya xwedayetî, li xaka ku îxanet, rev û belavbûn hatiye jiyîn xwe daye der û rastiya ku kesî cesaret nekir vegere lê binêre, Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan îradeya bi tena serê xwe temsîl bike nîşan daye, bi tena serê xwe artêşeke, bi tena serê parêzerekî ji gelê ku parêzerê wan tine ye re parêzeriyê dike. Cûdî anî ziman ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan fermandarekî îdeolog, şervanê evînê, paradoksa tenêbûnê ya bi mîlyonên li pey wî dijîn.
Cûdî diyar kir ku li Kurdistanê tenêtiya xwedayetî, li ser xaka ku rev, belavbûn û îxanet hatiye jiyîn xwe nîşan daye. Cûdî wiha berdewam kir: “Rêberê Gelê Kurd bi cîhana di dilê xwe de, hesret û xeyal her tim di mezin kirin û welatekî bi tena serê xwe. Artêşek bi tena serê xwe bû. Parêzerê gelekî bû. Îdeolog, fermandar, şervanê evînê bû.“
Cûdî bi lêv kir ku tenêtiyên bi vî rengî di dîrokê de pir kêm in û tenêtiyan di serdemên cuda de xwe nîşan daye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Ev teşeyê tenêtiyê Zerdûşt li Sebelan, Îsa li Golgota, Îlyas li çiyayê Akbalê, Muhammed li çiyayê Hîrayê jiya. Tenêtiya xwedayî di hemû serdeman de bi dewlemendiya xwe xemiliye. Di vê tenêtiyê de gihiştinên mezin, fedakariyek mezin û pêşkêşkirinên mezin hene. Di van tenêtiyan de avêtina dilê mirovahiyê û nivîsandina dîroka destanî heye.”
SEROKÊ MIN EZ DIXWAZIN JI TENÊTIYA WE RE BIBIM HEVAL
Cûdî destnîşan ir ku piştî evqas tiştî ji ber nebûye hevalê tenêtiyê êşê dikişîne û got: “Serokê min ez dixwazim ji tenêtiya te re bibim heval.Rêber Apo ti carî bi girêdayînên ji rêzê bi hevrebûn tercîh nekiriye. Li şûna van girêdayînên qels her tim tenêtî tercih kiriye. Rûyên qirêj ên di kemînan de ku bi hesabên qirêj û nemerd dora tenêtiyê girtin, di 15’ê Sibatê de xwe dan der. Belê wê rojê me bi êşeke mezin ferq kir ku kêr gihiştiye hestî. Di tenêtiyê de sûcê me giran e. Ji ber vê her tişt me sewqî hevdîtina tenêtiyên xwedayetî dike.”