Şervanên YPG-YPJ’ê li eniya rojava ya Kobanê, Cerablusa di bin dagirkeriyê de ya li eniya din a Firatê ye di dest şopandinê kirin. YPG û YPJ’iyên li gundê Qiranê gotin ‘Em êxaka xwe azad bikin’. Pêşmergeyên Başûrê Kurdistanê jî diyar kirin ku azadkirina Kobanê ji bo yekîtiya neteweyî girîng e, di navbera YPG-YPJ’ê û pêşmergeyan de ti cudahî tine.
Piştî azadkirina navenda bajarê Kobanê bi pêşengiya YPG-YPJ'ê operasyonên rizgarkirinê didomin, gund gav bi gav tên azadkirin. Bi operasyonên ku li eniyên Rojhilat, Rojava û Başûr didomin re, çeteyên DAIŞ’ê ji navenda bajarê Kobanê bi kîlometreyan dûr ketin û berxwedêran xwe gihand sînorê bajarê Cerablusê ku li xeta rojava ya Girê Spî ye. Em li gundên eniya Rojava ya Kobanê ku li ser xeta sînor a Bakurê Kurdistanê ye yek bi yek derbas dikin û nuqteya dawî ya me xwe gihandê Gundê Qiran bû. Gundê Qiran nêzî 30 kîlometreyî ji navenda bajar dûr e û aliyê herî balê dikişîne yê li gundê Qiran, Çemê Firatê ya di navbera Cerablus û Kobanê de sînor e, ji Bakurê Kurdistanê heta Başûr dirêj dibe. Li Qiranê tevgerek mezin heye û kîlometreyek dûrî Qiranê gundê Çariqlî yê di bin dagirkeriya çeteyan de ye heye. Şervanan li gund li dijî Çariqlî mewzî çêkirin û dem bi dem dengê çekan bilind dibe.
GUNDAN YEK BI YEK PAQIJ DIKIN
Ji gundê Qiranê bajarê Cerablusê tê dîtin. Li gundê Qiranê em bi Îdo Ehmed ê YPG’î re diaxivin û da zanîn ku wê di demeke kurt de hemû gundên Kobanê ji çeteyan bê rizgarkirin. Ehmed ku bi êrîşên DAIŞ’ê re tevlî YPG’ê bû û di heman demê de li gundê Qiran bû destnîşan kir ku piştî azadkirina bajar, pêngava duyemîn a azadkirina gundan bê navber didome û got: “Piştî êrîşên DAIŞ’ê malbatên me neçar man malên xwe terk bikin. Piştî berxwedana mezin em gihiştin serketinê. Niha jî em gundan yek bi yek paqij dikin. Niha em li gundê Qiranê ne. Em ê çeteyên ku kîlometreyekê ji me dûr in paqij bikin."
KOBANÊ DI ALÎ YEKÎTIYA NETEWEYÎ DE DI ASTEKE GIRÎNG DE YE
Fermandarê pêşmergeyan Tariq Ehmet ku piştî êrîşên DAIŞ’ê bi armanca parastina Kobanê bi biryara Rêveberiya Herêmî ya Kurdistana Federal hatin Kobanê der barê operasyonan de got: “Em bi birayên xwe yên Kobanê re li dijî dagirkeran têkoşiyan. Em ê şerê xwe bidomînin. Kobanê ji bo yekîtiya berxwedan û ruhê serketinê gelek girîng bû. Heta dilopek xwîna me hebe em ê li dijî çeteyan şer bikin.” Pêşmerge Şakir Omer jî ku bi cil û bergên pêşmergeyan tevlî berxwedanê bû got: “Di navbera YPG-YPJ û pêşmergeyan de cudahî tine. Em li vir li dijî dijmin têdikoşin. Kobanê azad bû. Em ê gundên wan jî rizgar bikin.”