PKK: Ji bo azadiya Rêbertiyê em çalakiyan bilind bikin

Komîteya Rêveber a PKK'ê, bi daxuyaniyekê got, "Partiya me PKK bi biryar e, ku di sala 16. a komployê de ji bo sîstema Îmraliyê ji binî ve ji holê rake, Rêbertiya me azad bike û neteweya demokratîk ava bike, hemû hêza xwe seferber bike."

Komîteya Rêveber a PKK'ê, di daxuyaniya xwe ya ji ber salvegera komploya 15'ê Sibatê de got, "Partiya me PKK bi biryar e, ku di sala 16. a komployê de ji bo sîstema Îmraliyê ji binî ve ji holê rake, Rêbertiya me azad bike û neteweya demokratîk ava bike, hemû hêza xwe seferber bike. Em bawerin ku hemû milîtan û xebatkarên PKK'ê û gelê me yê welatparêz, wê di çarçoveya vê biryardariyê de, sala nû veguherînin sala şikandina zincîrên Îmraliyê." PKK'ê, banga bilindkirina çalakiyên ji bo azadiya Ocalan û li dijî modernîteya kapîtalîst bi têkoşîna hevpar re afirandina neteweya demokratîk kir.

Komîteya Rêveber a PKK'ê, ji ber salvegera komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê daxuyaniyeke nivîskî weşand. Di daxuyaniyê de hat gotin, "Di vê dema ku em dikevin sala 17. a komploya navdewletî ya 15'ê Sibatê de, em soza xwe ya dilsozî, hezkirin û rêzdariyê ya ji bo Rêber Abdullah Ocalan ê şazdeh sal in li hemberî mercên dîlgirtinê bi dil, çalakî û ramanê xwe li ber xwe dide, dubare dikin. Em careke din dewletên komploker û hemû hêzên di nava komployê de cih girtine şermezar dikin. Li dijî kopmloyê, em soz didin ku berdêla wê çi dibe bila bibe em ê têkoşîna xwe ya parastina mirovê azad û jiyana azad bi şarezatiyeke mezin dewam bikin.

Di salvegera 16. a komployê de, di kesayetiya hevalên Halît Oral û Rojbîn Arap, em hemû şehîdên xwe, nûnerên xwe yên rûmetê yên bi şiyara 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' çalakiya fedaî lidar xistin, bi rêzdarî, minetdarî û bi soza dilsoziyê bibîr tînin. Bi hişmendiya 'xwedîderketina li bîranîna şehîdên me bi jiyana azad a bi Rêbertiyê re dibe' em soza xwe ya tacîdarkirina bi serketinê dubare dikin. Em soza xwe ya ji bo jin, ciwan û mirovahiya azadîparêz a li cîhanê ku li her devera cîhanê her kêliya pêvajoya komployê şopandin, di tarîtiya komployê de hewl dan bibin dengek dubare dikin, ku em ê di rêya bicihanîna paradîgmaya demokratîk, ekolojîk û azadîparêziya jinê û afirandina yekîtiya neteweyên demokratîk ên cîhanê, têkoşîna xwe dewam bikin."

'EM ŞAHIDIYÊ JI SERKETINA NÊRÎNÊN RÊBER APO RE DIKIN'

Di daxuyaniyê de hat gotin, "Rêberê me yê bi komployê re ji Rojhilata Navîn bi tena serê xwe hat derxistin, bi hezaran berxwedêran, bi felsefeya xwe ya veguherî çalakiyê û bi hêviyên şînbûyî re weke sîstemeke dîrokî ya mîna Şoreşa Rojava li Rojhilata Navîn vegeriya ye." Daxuyaniyê bi vî rengî dewam kir: "Bi afirandina şoreşan, bi şênberkirina nêrîna jiyana nû û bi şînkirina van nêrînan li nava dilê gelê me re vegeriyaye Rojhilata Navîn. Bi tena serê xwe derketiye, lê bi hezaran vegeriya ye. Şoreşa Rojava, li xaka Kobanê ku Rêberê me yekemcar çû wê derê, weke sîstemeke kanton a xweser û azad şîn bû, di heman demê de biryardarî, îdîa û hêza wê ya berxwedanê afirandiye.

Rêber Apo, di serî de gelê Kurdistanê di dil, ziman û nêrîna tevahiya gelên Rojhilata Navîn û Cîhanê de, cih girtiye. Li Kobanê, Şengalê, Kerkûkê, hemû bajar û çiyayan, di berxwedanên li hemû mewziyên azadiyê de, em îro ji serketina nêrînên Rêber Abdullah Ocalan re şahidiyê dikin. Em dibînin û dijîn ku di nava şert û mercên dîlgirtinê û giran ên sîstema Îmraliyê de, li gel hemû pêkanînên derveyî mirovahiyê û tecrîdê, nêrîna azad a mirovê azad li tevahiya cîhanê xwe dide jiyîn.

Li hemberî komploya dixwaze Rêbertiya me tine bike, encama herî bi lez a têkoşîna Rêbertiya me, rakirina îdamê li Komara Tirkiyeyê ye. Li hemberî vê rewşa rakirina îdamê ya di encama berxwedana Rêbertiya me de, sîstema dewleta serdest, bi sîstema Îmraliyê, tecrîd, jehrkirin an jî bi rêbazên cuda yên li dijî mirovahiyê re ku her roj veguherand îdamekê, êrîşên xwe dewam kiriye. Têkoşîna 16 salan a Rêbertiya me ya li dijî sîstema Îmraliyê, tevî ku komplo pûç kiriye, perspektîfa neteweya demokratîk a têkoşîna azadiyê jî gerdûnî kiriye.

Di nava gel û welatên Rojhilata Navîn ên bi Şerê Cîhanê re statuya wan hatiye diyaririn de, li ser gelê Kurdistanê qirkirina çandî, tinekirin û sîstema înkarê hatiye ferzkirin. Ev tinebûn weke statuyekê li ser gelê Kurdistanê hat ferzkirin û hemû peyman û têkiliyên navneteweyî jî, li ser bingeha dewamiya qirkirina Kurd hatine meşandin. Komploya li hemberî Rêber Abdullah Ocalan, êrîşên tinekirin, înkar û sîstema qirkirnê derxistiye asteke nû û bi vî rengî hatiye meşandin. Têkoşîna bi pêşengiya PKK'ê hat birêvebirin, qirkirina çandî û avabûna Kurdê azad ê nû li mejiyê civaka Kurd bicih kiriye."

'ŞERT Û MERCÊ BI ENCAMBÛNA PÊVAJOYÊ AZADIYA OCALAN E'

PKK'ê diyar kir ku Rêberê Gelê Kurd Abdulla Ocalan bi têkoşîna xwe ya li nava tecrîda girankirî ya li girtîgeha yekkesî re xwe gihandiye tevahiya mirovahiyê û got, "Ji vî alî ve sîstema Îmraliyê di warê wateyî de hilweşiya ye, pûç bûye. Tevî vê yekê, bi bilindkirina têkoşîna Rêbertiya me re, ji aliyê fîzîkî ve tinekirina sîstema Îmraliyê, şertekî jiyana azad e.

Pêvajoya muzakereyê ya Rêbertiya me di pêvajoya Îmraliyê de ji bo çareseriya demokratîk a pirsgirêka Kurd da destpêkirin, di serî de ji bo gelên Kurdistan û Tirkiyeyê, ji bo tevahiya Rojhilata Navîn û mirovahiyê xwedî wateyeke dîrokî ye. Şert û mercê destpêkê yê pêşketin û bi encambûna vê pêvajoyê azadiya Rêber Apo ye. Pêwîste rewşeke xebatê ya azad were avakirin, mercên muzakere û diyalogê bên afirandin, karibe yekser bi partiya me PKK'ê re hevdîtinê bike û divê were zanîn ku bicihhatina van şertan jî azadiya Rêber Apo ferz dike."

'EM Ê SALA NÛ YA TÊKOŞÎNÊ VEGUHERÎNIN SALA ŞIKANDINA ZINCÎRÊN ÎMRALIYÊ'

Di daxuyaniya Komîteya Rêveber a PKK'ê de bal hat kişandin ser van xalan:

"Partiya me PKK bi biryar e, ku di sala 16. a komployê de ji bo sîstema Îmraliyê ji binî ve ji holê rake, Rêbertiya me azad bike û neteweya demokratîk ava bike, hemû hêza xwe seferber bike. Em bawerin ku hemû milîtan û xebatkarên PKK'ê û gelê me yê welatparêz, wê di çarçoveya vê biryardariyê de, sala nû veguherînin sala şikandina zincîrên Îmraliyê. Em çalakiyên protestokirina komployê ku ev meheke dewam dikin, hemû jin, ciwan, welatparêz û dostên gelê Kurd ên tevlî van çalakiyan bûne silav dikin.

'EM MEŞA AZADIYÊ YA MEZIN SILAV DIKIN'

Li ser vê bingehê em meşa azadiyê ya mezin a li welatên Ewropayê li dijî komployê tê meşandin silav dikin, ji ber sekna biryardar û berxwedêr a hemû çalakvanan, wan pîroz dikin. Baskên meşê yên di 14'ê Sibatê de wê li Strasbourgê bigihêjin hev, bi protestokirina komployê re wê hemû dilên azadiyê yên azadiya Rêbertiya me dixwazin, bikin yek. Bi vê wesîleyê em bang li tevahiya gelê xwe yê li Ewropayê dikin ku bi ruhê seferberiyê beşdarî van çalakiyan bibe, ji bo azadiya Rêbertiya me dengê xwe bilind bike, sîstema xweseriya demokratîk di serî de li Kurdistanê li her deverê ava bike û ji bo sala 2015'an bibe sala şikandina sîstema Îmraliyê ji aliyê fîzîkî ve, em banga beşdariya li çalakiyan dikin.

'JI BO AZADIYA RÊBERTIYÊ EM ÇALAKIYÊN XWE BILIND BIKIN'

Di salvegera komploya navdewletî de, di serî de li Kurdistanê em bang li Kurdistaniyên li her cihî dijîn, hemû jin, ciwan û mirovên ji her derdorê yên ji felsefeya Rêbertiyê îlham girtine û hêviya azadî û demokrasiyê di dilê wan de şîn bûne, dostên gelê Kurd û mirovahiya baweriya wan ji sosyalîzma demokratîk heye dikin, ku komployê protesto bikin, ji bo azadiya Rêbertiya me çalakiyan bilind bikin û li dijî modernîteya kapîtalîst, têkoşîneke hevpar bimeşînin û neteweya demokratîk ava bikin."