Kurd xwe amade dikin, ku komploya navneteweyî di salvegera 16. de bi meşeke mezin şermezar bikin. Her sê baskên Meşa Dirêj ên ji Luksemburg, Frankfurt û Bernê ketin ser rê, nêzî bajarê Fransa Strasbourgê bûn. Li Strasbourgê jî, amadekariyên meş û mîtînga mezin ên roja Şemiyê li ber qedandinê ne.
Mîna her sal, îsal jî wê bi deh hezaran Kurdistanî, ji bo şermezarkirina "Roja Reş" komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê, biherikin bajarê Fransa Strasbourgê. Baskên Meşa Dirêj ên ji Luksemburg, Frankfurt û Bernê bi rê ketin, bi dehan kîlometre maye bigihêjin Strasbourgê. Li bajêr jî ji bo meş û mîtînga roja Şemiyê xebateke berfireh heye.
AMADEKARÎ TEMAM BÛN
Berdevka Çapemeniyê ya Komîteya Amadekar Hélène Erîn der barê amadekariyên meş û mîtînga protestoyî de agahî da ANF'ê û diyar kir ku ji bo çalakiyê destûrên fermî hatine wergirtin û hemû amadekariyên teknîkî li ber qedandinê ne. Erîn da zanîn ku ji bo Kurdistanî bi coşeke mezin dengê xwe bigihînin cîhanê, wan hemû detay li ber çavan girtine.
ÇALAKGERÊN MEŞA DIRÊJ WÊ WERIN PÊŞWAZÎKIRIN
Erîn diyar kir ku meş û mîtînga protestokirina komployê, îsal bi meşa dirêj a ji Luksemburg, Frankfurt û Bernê bêhtir girîng û watedar bûye û anî ziman ku meşvanên her sê baskan ku hejmara wan bi qasî 400 kes e, wê roja Pêncşemê li Strasbourgê bin. Erîn ragihand ku Kurdistanî û dostên wan ên tevlî meşê bûne wê di êvara Pêncşemê de li Strasbourgê werin pêşwazîkirin û li vê derê wê pîrozbahiyek bê lidarxistin. Erîn diyar kir ku ev hevdîtin wê ji aliyê gelek televîzyon û navgînên çapemeniyê ve were şopandin.
BI KONFERANSA ÇAPEMENIYÊ YA LI BER KONSEYA EWROPAYÊ RE WÊ ENCAMÊN KAMPANYAYÊ BÊN RAGIHANDIN
Hélène Erîn da xuyakirin ku bi sedan meşvan, wê roja Înê beşdarî konferanseke çapemeniyê ya li ber Konseya Ewropayê ya roja Înê bibin û da zanîn ku îmzeyên ev du sal in di çarçoveya kampanyayê de ji bo azadiya Ocalan hatine berhevkirin, wê bi heyetekê radestî Konseya Ewropayê were kirin. Di civîna çapemeniyê ya li ber avahiya Konseya Ewropayê de, li gel parlamenterê HDP'ê Ertûgrûl Kurkçu, wê nûnerên gelek saziyên Kurdan ên li Ewropayê jî amade bin û destekê bidin.
Konfernansa çapemeniyê ya li ber Konseya Ewropayê wê saet di 11:30 de destpê bike.
Li gorî agahiyên ji aliyê Berdevka Çapemeniyê ya Komîteya Amadekar Hélène Erîn wê di êvara Înê de li Strasbourgê bi beşdariya nûnerên gelek partî û saziyên Kurd û Ewropî panelek bê lidarxistin. Di panelê de wê rewşa Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan, pêvajoya aştiyê, nuqteya ku pirsgirêka Kurd gihaştiyê, rewşa li Rojava, Kurdistan û Rojhilata Navîn bên nirxandin.
BI DEH HEZARAN KES WÊ DI ROJA ŞEMIYÊ DE BIHERIKIN STRASBOURGÊ
Di 14'ê Sibatê de jî wê bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî meş û mîtîngeke mezin were lidarxistin. Ji bo meşa ku hemû amadekariyên wê li ber qedandinê ye, wê bi deh hezaran Kurdistanî ji bajarên cuda yên Ewropayê bi otobus, wesayîtên xwe û trenan biherikin Strasbourgê.
Hélène Erîn der barê roja meşê de jî ev agahî da: "Em li bendê ne ku ji hemû welatên Ewropayê bi deh hezaran kes tevlî meşê bibin. Girseya gel wê li Boulevard de Metz û Bouverad de Nancy ên li ber Gara Trenê ya Navendî, di sibeha Şemiyê de li hev bicivin. Girse wê saet di 11:30 de dest bi meşê bike û heta qada Rue des Vanneaux a l pişt Stade de la Meinau bimeşe."
JI KURDISTAN, TIRKIYE Û EWROPAYÊ WÊ BEŞDARIYEKE XURT ÇÊBIBE
Ji Bakur, Rojava û Başûrê Kurdistanê, Tirkiye û Ewropayê wê nûnerên gelek partiyên siyasî û saziyan beşdarî meş û mîtînga 14'ê Sibatê bibin. Li gel nûnerên Partiya Demokratîk a Gelan (HDP), wê nûnerên PYD û rêveberiya xweser jî di çalakiyê de amade bin. Tevî nûnerên saziyên Kurdan ên li Ewropayê wê parlamenterên partiya çep a Eropayê û gelek kesayetên dostên Kurdan jî beşdarî çalakiyê bibin.
Di mîtînga protestoyî de Koma Berxwedan wê ji bo lanetkirina komployê, sirûdên xwe bêje.
'JI BO EV COŞ BÊHTIR WERE NÎŞANDAN DIVÊ HER KES BEŞDAR BIBE'
Hélène Erîn diyar kir ku di salvegera 16. a komployê de ew ê bişiyara 'Bê şert û merc azadiya Ocalan' li Strasbourgê bin û got, "Kurdên li Ewropayê, wê ji bo azadiya Rêberê xwe Birêz Abdullah Ocalan, li Strasbourgê bibin yek deng û daxwazên xwe ji cîhanê re ragihînin."
Erîn da xuyakirin ku dema bûyer û pêşketinên li Kurdistan û Rojhilata Navîn ên sala dawî li ber çavan were girtin, meş û mîtînga îsal bêhtir girîng dibe û herî dawî ev bang kir: "Em di demeke gelekî girîng de derbas dibin, ku li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêşketinên girîng diqewime, gelê me li Kobanê serketineke mezin bi dest xistiye. Em dizanin ku Kurdistaniyên li Ewropayê jî vê di dilê xwe de hildigirin.
Xeyala herî mezin a Kurdistaniyan; di sala 2015'an de dîtina Rêberê xwe Birêz Abdullah Ocalan li gel xwe ye. Di demeke bi vî rengî de em bang li tevahiya Kurdên li Ewropayê, gelên dost, şoreşger-demokrat û hemû alîgirên aştiyê dikin ku bên Strasbourgê."
