Li Cizîrê şelandina 7mîlyon dolar
Wesayîta kuryeyê bi rêyên qanûnî ji Başûrê Kurdistanê 7 mîlyon dolar ji dovîzkarên Tirkiyeyê re tîne duh êvarî li ser rêya Silopiya-Cizîrê ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar ve hat şelandin.

Wesayîta kuryeyên ku pereyên bazirganên li Başûrê Kurdistanê kar dikin, tînin Tirkiyeyê piştî di Deriyê Sînor ê Başûrê Kurdistanê re der bas bû, li ser rêya Silopiya-Cizîrê duh êvarî ji aliyê kesên nasnameya wan nediyar bi çekan hat şelandin. Kurye A.D. û ajokar serî li Serdozgeriya Komarê ya Silopiya dan û gilî kirin.
DER BARÊ POLÎSÊ TÎMÊ TAYBET DE BIRYARA GIRTINÊ
Sala buhrî di meha Kanûnê de sê kuryeyên ku bi sed hezaran dovîz dianîn Tirkiyeyê piştî ji gumrukê derbas bûn, pere li wesayîteke din siwar kirin, li herêma Pira Nerdûş, ji aliyê polîsê timê taybet Osman Gokhan û Bulent Şaşmaz ve rêya hat birîn. Polîsan dema pere di wesayîtê de nedîtibûn heqaret li kuryeyan kiribûn û ji wir çûbûn. Kuryeyan têkildarî bûyerê gilî kiribûn,
Piştî wê bûyerê 3’yê Kanûna 2014’an jî kuryeyê rêya kuryeyê bi navê Adil Temîzer û du kesên pêre di deriyê Xaburê dema derbas bûn, heman wesayîta ku berê rêya wan birîbû dîtin û gilî kirin. Di wesayîta ku polîsekî taybet jî têde gelek çek hatibûn dîtin.
Piştî îfadeya li dozgeriyê û polîs Osman Gokhan û kesekî li gel sewqî dadgehê hatin kirin,
Dadgeriya Ceza a Sulh a Silopiya bi şertê di bin çavdêriyê de polîs berda. Parêzeran mexdûran ku îtiraz kirin, dadgehê der barê polîs de biryara girtinê dabû.