'Pêkanînên kêfî dewam dikin, girtî dimirin'
Li Amedê, rêxistinên civakî yên sivîl û hin partiyan, der heqê girtiyên nexweş de daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê.
Li Amedê, rêxistinên civakî yên sivîl û hin partiyan, der heqê girtiyên nexweş de daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê.
Li Amedê, rêxistinên civakî yên sivîl û hin partiyan, der heqê girtiyên nexweş de daxuyaniyek hevpar dan çapemeniyê. Seroka Diyar TUHAD-DER'ê Derya Ûs diyar kir ku di nava meheke dawî de 7 girtiyên nexweş jiyana xwe ji dest dane û destnîşan kir, ku li girtîgehan pêkanînên kêfî dewam dikin.
Li Amedê hin partiyên siyasî û rêxistinên civakî yên sivîl, li ser rewşa girtiyên nexweş daxuyaniyeke hevpar dan çapemeniyê. Daxuyanî li ber Peykerê Mafên Mirovan ê li Parka Koşûyolûyê hat dayîn û Hevseroka Kongreya Civaka Demokratîk (KCD) Selma Irmak, Hevserokên Partiya Herêma a Demokratîk Şaxê Amedê Alî Şîmşek, Hafîze Îpek, Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Amedê Firat Anli, Seroka Komeleya Piştgiriya Malbatên Girtî û Hikumkaran Şaxê Amedê (Diyar TUHAD-DER) Derya Ûs, hevşaredarên navçeya navendî, nûnerên rêxistinên civakî yên sivîl û xizmên girtiyên nexweş amade bûn. Di daxuyaniyê de wêneyên girtiyên nexweş hatin hilgirtin û pankartên bi nivîsên "Bêdengî hevpariya mirinê ye" , "Ji tecrîdê re na, ji girtiyan re azadî" hatin vekirin.
Seroka Diyar TUHAD-DER Derya Ûs li vir daxuyanî da û diyar kir ku pêvajoya çareseriyê ya du sal in dewam dike û navê 'demokratîkbûyînê' lê hatiye kirin, bi ti awayî bandoreke erênî li rewşa girtîgehan nekiriye.
'DI NAVA MEHEKÊ DE 7 GIRTIYÊN NEXWEŞ JIYANA XWE JI DEST DAN'
Ûs da zanîn ku li girtîgehan pêkanînên kêfî dewam dikin û got, "Li gel pêkanînên kêfî yên li girtîgehan, sirgûn, cezayên dîsîplînê û mercên nebaş ên tenduristiyê, hînê dewam dikin. Dewlet û hikûmeta AKP'ê her tim hewl dide nîşan bide ku rewşeke demokratîk heye, lê belê mirinên li girtîgehan ên di nava mehekê de li girtîgehan rû dan jî, nîşan didin ku AKP di warê demokratîkbûyînê de li ku derê ye. Di nava meha dawî de li gorî raporên ÎHD'ê 7 girtiyan jiyana xwe ji dest dan. Di van mirinan de xemsariyeke mezin a rêveberiyên girtîgehan heye."
'PÊWÎSTE SAZIYA TIP A EDLÎ BI OBJEKTÎFÎ TEVBIGERE'
Ûs got, "Pirsgirêka girtiyên nexweş hînê birîneke xwîn jê diherike ye" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Hem rêveberiyên girtîgehan, hem Saziya Tip a Edlî hem jî qanûnên paşverû yên hikûmeta AKP'ê ji bo girtiyên nexweş xeteriyeke mezin in. Saziya faşîst Saziya Tipa Edlî û yên mîna wê ku sedema vê pirsgirêkê ne, pêwîste tavilê mîna zanistan tevbigere, objektîfiya xwe nîşan bide û li ser bingeha însanî raporên girtiyan binirxîne."
GREVA BIRÇÎBÛNÊ YA 3 ROJAN
Ûs ragihand ku ji bo protestokirina Saziya Tipa Edlî û saziyên pê ve girêdayî, li Girtîgeha Tîpa D girtiyan dest bi greva birçîbûnê krine û got, "Ji roja Înê û vir ve girtiyên li Girtîgeha Tîpa D, ji bo şermezarkirina nêzîkatiya kor, xemsar û faşîzan a Saziya Tipa Edlî û saziyên pê ve girêdayî, ketine greva birçîbûnê. Em vê greva birçîbûnê ya ji bo 3 rojan ku bi dorvegerî tê lidarxistin, destek dikin û li derve jî em ê çalakiyên xwe zêde bikin. Em banga hestiyariyê li tevahiya girseyên demokratîk û saziyên civakî yên sivîl dikin."
Pişter Hevserokê DBP'ê yê Amedê Alî Şîmşek mafê axaftinê girt, bal kişand ser rewşa girtiyên nexweş û banga tevlîbûna meşa 15'ê Sibatê ya ji bo azadiya Ocalan, kir.