Komploya navneteweyî li Mêrdînê hat protestokirin
Komploya navneteweyî, di salvegera 16. de bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP ên Mêrdînê bi meşekê hat protestokirin.
Komploya navneteweyî, di salvegera 16. de bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP ên Mêrdînê bi meşekê hat protestokirin.
Komploya navneteweyî, di salvegera 16. de bi pêşengiya rêxistinên DBP û HDP ên Mêrdînê bi meşekê hat protestokirin. Meşa li ber avahiya DBP'ê ya Mêrdinê destpê kir, bi beşdariya girseyeke qelebalix a ji rêxistinên HDP û DBP'ê, MEYA-DER, Însiyatîfa Dayikên Aştiyê, Hewldana 78'an, Şaxên KESK'ê yên Mêrdînê, Komeleya Erebên Demokrat, ÎHD û Hevşaredarên Navçeyan pêk hat.
Di meşê de pankartên bi zimanên Kurdî, Suryanî, Tirkî û Erebî yên bi nivîsa "Em komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin" hatin hilgirtin û dirûşmên "Bê Serok jiyan nabe", "Bijî Serok Apo" û "Bimire komploya 15'ê Sibatê" hatin qîrîn. Li dû meşa ku li Parka Karayollari bi dawî bû, Hevserokê Rêxistina DBP'ê ya Mêrdînê Omer Ocalan daxuyaniyek da û bibîr xist ku komplo di şexsê Ocalan de li hemberî tevahiya gelê Kurd hatiye kirin. Ocalan destnîşan kir, ku gelê Mêrdînê wê ji bo pûçkirina komploya navneteweyî têkoşîna xwe dewam bike.
Paşê Hevşaredarê Artûklû yê DBP'yî Mehmet Şîrîn Gultekîn axivî û diyar kir ku komplo bi saya Ocalan vala hatiye derxistin û got, "Ji Mêrdînê heta Îmraliyê heta silav. Ji vê derê, em careke din komployê şermezar dikin."
Daxuyanî piştî çalakiya rûniştinê ya 5 deqeyan bi dawî bû.