MUB banga xwedîderketina li bîranîna Derwîş kir

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li bîranîna şervanê MFS'ê Tamer Derwîş ê di şerekî li Til Temir ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, xwedî derkevin.

Konseya Neteweyî ya Bethnahrîn (MUB) bi daxuyaniyekê diyar kir ku ew ê li bîranîna şervanê MFS'ê Tamer Derwîş ê di şerekî li Til Temir ê li dijî çeteyên DAIŞ'ê de jiyana xwe ji dest da, xwedî derkevin. MUB'ê diyar kir ku gelê Asûrî-Suryanî wê têkoşîna xwe ya li cem Kurd û gelên din dewam bike.

Di daxuyaniya MUB'ê de hat destnîşankirin, ku berxwedana hevpar a gelan daxwaz û bendewariyên çeteyên DAIŞ'ê di qirika wan de hiştiye.

MUB'ê ragihand ku rejîma Baas a Sûriyeyê li dijî gelên Sûriyeyê di nava helwesteke nîjadperest û înkarê de ye, komên weke mûxalefetê derketine holê jî xwedî heman mejiyê statuko ye.

'BERXWEDANA HEVPAR DAXWAZA RÊXISTINÊN HOV DI QIRIKA WAN DE HIŞT'

Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelê Suryanî, di nava kantonên xweser ên li Rojava de bi Kurd, Ereb û gelên din re cih girtiye û beşdarî berxwedana lehengî ya parastina gelan bûye û hat destnîşankirin, ku daxwaz û bendewariyên DAIŞ'ê û rêxistinên din ên hov, li pêşberî berxwedana hevpar a gelan di qirika çeteyan de mane. Di dewama daxuyaniyê de ev tespît hatin kirin: "Têkoşîna me, ji destpêkê ve li dijî her du aliyên xwedî heman mejî ne derketiye û daxwaza Sûriyeyeke demokratîk û hemdem parastî ye. Li dijî rêxistinên hov ên weke El Qaîde û DAIŞ'ê têkoşîn meşandiye. Ji bo ev rêxistinên hov û çete negihêjin armancên xwe, berxwedaneke leheng hatiye nîşandan, di vê oxirê de kantonên ewle û xweser hatine avakirin; ji bo Rojhilata Navîn modeleke çareseriyê ya hemdem û demokratîk hatiye destnîşankirin.

Rêxistina hov DAIŞ ku ji bo tinekirina rêveberiyên xweseriya demokratîk a li ser bingeha wekheviya gelan ava bûne êrîş dike, ev saleke kantonên Gozarto (Cizîr), Kobanê û Efrînê hedef digire. Lê belê berxwedana hevpar a gelên Suryanî-Kurd-Ereb û desteka hewayî ya hêzên koalîsyonê daxwaz û hêviyê van çeteyan di qirika wan de hiştine."

ŞERVANÊ SURYANÎ TAMER DERWÎŞ Ê LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ LI BER XWE DA HAT BÎRANÎN

Desteya Serokatiyê ya MUB da zanîn ku têkoşîna şervanên gelê Suryanî ya li herêma Til Temirê li dijî çeteyên DAIŞ'ê dewam dike û diyar kir ku ji fermandarên Tabûr Şehîd Cûdî Tamer Derwîş jiyana xwe ji dest daye. Di daxuyaniyê de hat ragihandin ku gelek cih û war ji çeteyên DAIŞ'ê hatine azadkirin û der barê Tamer Derwîş ê berî çend rojan jiyana xwe ji dest da ev agahî da: "Di têkoşîna azadiyê de, gel her roj bi dehan canan ji dest didin û nasname û nirxên xwe diparêzin. Gelê Suryanî jî, weke Meclîsa Leşkerî ya Suryanî (Mawtbo Folhoyo Suryoyo -MFS-) li refên ehrî pêş cih girtiye.

MFS'ê ji Şengalê heta Riş Ayno di gelek operasyonan de cih girtiye û vîna gelê Suryanî destnîşan kiriye. Di şerê li hemberî rêxistina hov DAIŞ'ê de, gelek mewzî bi dest xistiye û gelek gund û bajarokên gelê me azad kiriye. Yek ji gundên herî dawî hat azadkirin jî, gundê Til Hirmiz ê Til Temirê ye ku di 3'ê Sibatê de hat azadkirin. Lê belê çeteyên DAIŞ'ê ji bo careke din Til Hirmizê dagir bikin, di 8'ê Sibata 2015'an de bi çekên giran êrîş kirin. Di vî şerî de ji fermandarên Tabûra Şehîd Cûdî ya MFS'ê rêhevalê me Tamer Derwîş bi nasnav Athro şehîd ketiye û tevlî karwanê lehengan bûye."

'LI DIJÎ NEHEQIYÊ HER TIM TÊKOŞÎNA BI GELÊN BINDEST PARAST'

Di daxuayniya Desteya Serokatiyê ya MUB de hat destnîşanirin ku bîranîna Tamer Derwîş wê were jiyîn û der barê jiyana Derwîş de ev agahî hatin dayîn: "Şehîd Tamer Derwîş, di 5'ê Nîsana sala 1973'an de li bajarê Hsîça (Hesekê) ji dayik bû, zewicî û bavê 3 zarokan bû. Li dijî neheqiyê her tim li cem gelên bindest têkoşiya û pratîka vê îspat kir. Em ê hevalê xwe Tamer Derwîş ê bi rêzdarî wî bibîr tînin, di têkoşîna xwe de li gel şehîdên xwe yên din bi awayekî bêdawî bidin jiyîn. Lewma em bang li tevahiya saziyên xwe û gelê xwe dikin ku bi dayîna bersiveke xurt beşdarî çalakiyên bîranîna hevalê me Şehîd Tamer Derwîş bibe."

HETA JIYANEKE DEMOKRATÎ Û AZAD AVA BIBE TÊKOŞÎN WÊ DEWAM BIKE!

Desteya Serokatiyê ya MUB'ê da xuyakirin ku gelê Asûrî-Suryanî wê rê nede mejiyê di sala 1915'an de qirkirin kir û diyar kir ku heta li herêmê bi gelên din re jiyaneke demokratîk û azad were avakirin, wê têkoşîna wan dewam bike.

Di daxuyaniyê de ji malbata şervanê MFS'ê Tamer Derwîş, gelê Asûrî-Suryanî û hemû têkoşêran re sersaxî hat xwestin û aht gotin, "Divê dijminên gelê me zanibin ku li gorî berpirsyarî û dilsoziya me ya bi şehîdên me re, ji niha û pê ve em ê li ti cihî rê nedin zîhniyetê Qirkirina 1915'an. Li gel hemû gelên alîgirên azadiyê, em ê têkoşîna xwe heta avakirina pêşerojeke azad û demokratîk a li welatê me, dewam bikin. Em ji malbata hevalê xwe Tamer Derwîş, gelê xwe, hevalên xwe yên şervan û têkoşer re sersaxiyê dixwazin."