Li sînor şahidiya berxwedana dîrokî ya 5 mehan kirin
Berxwedana dîrokî ya Kobanê û ligel wê nobeta sînor 5 meh li pey xwe hişt. Êrîşên leşker, polîs û DAIŞ’ê û şert û mercên zivistanê nobeta sînor asteng nekir.
Berxwedana dîrokî ya Kobanê û ligel wê nobeta sînor 5 meh li pey xwe hişt. Êrîşên leşker, polîs û DAIŞ’ê û şert û mercên zivistanê nobeta sînor asteng nekir.
Berxwedana dîrokî ya Kobanê û ligel wê nobeta sînor 5 meh li pey xwe hişt. Êrîşên leşker, polîs û DAIŞ’ê û şert û mercên zivistanê nobeta sînor asteng nekir. Di meha 5’an de nobeta li sînor ligel gundê Mehser û Miseynterê tevayî eniya Rojava û Rojhilat li xeta 70-80 metreyî belav bû.
Berxwedana Kobanê ya dîrokî meha 5’an temam kir. Bi vê berxwedanê re di meha Tîrmehê de ji ber tevgera li herêmê li eniya rojava ya Kobanê li gundê Zaret û Aştê nobeta kon hat destpêkirin û di 15’ê îlonê de jî ku li dijî Kobanê êrîşan destpê kir, li gundê Ogan ê Pirsûsê nobetê destpê kir. Piştî DAIŞ’ê êrîşî gundê Qeremox ê li hemberî Ogan kir, bi hezaran Kobaniyî ji gundê Ogan koçî Pirsûsê kir. Di dema derbasbûnan de leşker û polîsan êrîşî her du aliyan kir û piştî pêşdeçûna DAIŞ’ê nobet rakirin gundê Etmanek a li hemberî Kobanê. Polîs û leşkeran bê navber êrîşî konan kir û DAIŞ’ê jî rasterast êrîş kir. Ji ber vê yekê ji vir rabûn. Bi dorê barkirin gundê Elîzer, Qop, Bethê, Zehwan û Dewşenê. Li eniya rojava ya Kobanê jî gundên Boydê, Swêdê, Aşme Serxet, Henêrk û Kolikê malovaniya nobetê kirin.
DEST JI BERXWEDANÊ BERNADIN
Li gundê Dewşen, Etmanek, Boydê û Swêdê pevçûnan berdewam kir û her wiha bûn hedefa top û hewanên DAIŞ’ê. Hevkariya leşker û DAIŞ’ê li gundan û xeta sînor berdewam kir. Bi hezaran kesên bi armanca piştgiriyê bidin berxwedana Kobanê hatin herêmê rastî êrîşên polîs û leşkeran hatin. Gundên Etmanek, Zehvan û Murşîtpinarê bi hinceta ewlehiyê wek herêma leşkerî hat îlankirin. Hikûmetê ji bo herêmê ji berxwedêran biparêze, hewl da ku herêma bi ewle ya ku dirêjiya wê 30 kîlometre û kûrahiya wî 10 kîlometre ye ava bike.
Di meha Cotmehê de berxwedana serxetê derbasî gundên Mehser û Miseynterê bû û leşkeran li gundê Mehserê endama DBP’ê Desteya Rêveber a Navendî Semra Demîr bi bombeya gazê giranî birîndar kir. Dîsa li gundê Miseynterê xwendekara Zanîngeha Marmarayê û aktîvîsta platforma azadiya civakî Kader Ortakaya ya 28 salî dema derbasî Kobanê dibû rastî êrîşa leşkeran hat û li herêma Tîl Şehîr jiyana xwe ji dest da.
Di 29’ê Mijdarê de wesayîta bombebarkirî ya DAIŞ’ê ku ji Tirkiyeyê dihat Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê derbas kir û li aliyê Kobanê hat teqandin, çeteyan nêzî 4 saetan ji xaka Tirkiyeyê êrîşî hêzên berxwedanê kirin. Piştî vê êrîşê hemû Kurdan û cîhanê berê xwe da Kobanê. Li gundên nobet lê dihat girtin tevgerek mezin çêbû.
MIŞTENURÊ MIZGINIYA SERKETINÊ DA
Berxwedana Kobanê ku wek berxwedana rûmeta mirovahiyê li dîrokê hat nivîsin, bi têkoşîna mezin a YPG-YPJ’ê û hêzên bi wan re bûn yek re di roja 134’ê de hat azadkirin. Serketina navenda bajarê Kobanê li Girê Miştenûrê bi pêxistina lambeyan hat îlankirin û vê serketinê li xeta sînor rê li ber kêf û coşek mezin vekir. Li gundê Mehserê şahî hat organîzekirin. Hêzên YPG û YPJ’ê ku piştî rizgarkirina Kobanê, ji bo rizgarkirina gundan jî operasyona paqijiyê dan destpêkirin û nîvê gundan zêdetir azad kirin. YPG û YPJ’ê gundê Qeremox jî rizgar kirin û ber bi Girê Spî ve pêşde diçin. Li Rojava jî berê xwe dan Cerablusê. Li ser vê yekê li gundê Elîzer jî dîsa nobetên berxwedanê destpê kirin.
GUNDÊ KOMUN HAT AVAKIRIN
Nobeta li gundê Mehser û Miseynterê û ya li Elîzerê di roja 150’yî de didome. Di vê pêvajoya ku vegerên Kobanê û xebatên avakirinê di rojevê de ye, Muzeya Arîn Mîrxan û Pirtûkxaneya Kader Ortakaya hat avakirin û her wiha hîmê Akademiya Zanistên Civakî ya bi navê Şehîd Zinar xebatan bimeşîne hat avêtin. Xebatên seravaniyê bi lez berdewam dikin. Hewcedariyên rojane bi komunê didome û xebatên çandina daran jî li gundan bi awayekî kolektîf didome. Heta niha ji gelek cihên cîhanê kes hatin piştgirî dan. Der barê geşedanên rojevî de jî bername û çalakî hatin organîzekirin û her sibe li gundan zincîra mirovahiyê tê avakirin, serketin û berxwedana Kobanê tê silavkirin. Her roj bi rêk û pêk paqjiya derdorê tê kirin.
NE MIŞTENUR ARÎN MÎRXAN
Berxwedêrên li sînor ku biryar dan ku heta Rojava bi giştî ji çeteyên DAIŞ’ê bê paqijkirin wê nobeta xwe bidomînin û niha de amadekariyan dikin ku li Girê Miştenurê ku bi navê Arîn Mîrxan guhertine Newrozê pîroz bikin.