Ji FKÊ ji bo Hikûmeta Başûr: Alî Saçik serbest berdin
Federasyona Komeleyên Êzidiyan a Ewropayê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku endamê rêveberiya wan Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hatiye girtin serbest berdin.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan a Ewropayê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku endamê rêveberiya wan Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hatiye girtin serbest berdin.
Federasyona Komeleyên Êzidiyan a Ewropayê bang li hikûmeta Herêma Kurdistanê kir ku endamê rêveberiya wan Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hatiye girtin serbest berdin. Federasyonê bang li hikûmet û PDK’ê kir ku “Dest ji polîtîkayên zextên li ser gel û kesên xizmeta gel dikin, berdin.”
Federasyona Komeleyên Êzidiyan a Ewropayê (FKÊ) têkildarî endamê rêveberiya FKÊ Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hatiye girtin, daxuyaniyeke nivîskî weşand.
FKÊ da zanîn ku endamê rêveberiyê Alî Saçik beriya çend rojan li Başûrê Kurdistanê bi awayekî keyfî ji aliyê hêzên ewlekariyê yên Başûrê Kurdistanê ve hatiye binçavkirin û girtin.
POLÎTÎKAYA TIRSANDINÊ
FKÊ got: “Divê baş were zanîn hevalê me yê navborî li wê derê ji bilî xizmetkirina gel û civakê ti tiştekî din nekiriye û di demeke wiha krîtîk de hatiye girtin û ev yek jî watedar e. Hevalê me Alî Sacik ji bo alîkariyê ji civaka Êzidî ya ji ber Qirkirina Êzidiyan a li Başûrê Kurdistanê reviyan bibe û belav bike hatiye wezîfedarkirin.” Di daxuyaniyê de hate diyarkirin ku PDK'ê dersê ji tiştên ku qewimîne dernaxe û nêrîna xwe ya li hemberî Êzidiyan neguhertiye. FKÊ da zanîn ku PDK polîtîkayên xwe yên tirsandinê yên li hemberî Êzidiyan didomîne.
HIŞYARÎ DA HIKÛMETÊ
FKÊ, Hikûmeta Herêma Kurdistanê hişyar kir ku û bang kir ku dest ji polîtîkayên zextên li ser gel û kesên xizmeta gel dikin, berdin.”
Di daxuyaniyê de wiha hat gotin: “Pêkanînên bi vî rengî ziyanê didin yekitî û bihevrebûna neteweyî û ti xizmeta têkoşîna azadiyê ya gelê me nake. Bi vê boneyê em careke din bang li PDK’ê dikin ku li gorî ruhê yekitiya neteweyî tevbigere û civaka Êzidiyan ciddî bibîne û em dixwazin endamê rêveberiya me Alî Sacik demildest serbest bê berdan.”