KURDISTAN
Konferansa Şengalê banga li ser bingeha Destûra Iraqê rêveberiyek xweser a Şengalê bê avakirin, hat kirin. Di konferansê de hat diyarkirin ku ji ewlehiyê heta aborî, dabînkirina edaletê û gelek pirsgirêk dikarin bi statuya destûrî werin çareserkirin.
Hevpeymaniya Hêzên Siyasî ya Rojhilatê Kurdistanê ragihand ku biryara yekbûnê di nav Tevgera Rojhilatê Kurdistanê de biryarek stratejîke û got, "Têkoşîna me wê heta hilweşandina rejîma Îranê û bidestxistina mafên Kurdan lbidome."
Meclisa Gel a Şengalê û Tevgera Azadiya Jinên Êzidî (TAJÊ) bi daxuyaniyekî bernama 12’emîn salvegera Fermana 3’yê Tebaxê eşkere kirin. Wê 10 rojan li Sûka Serî ya Şengalê çalakiyên bîranînan bên lidarxistin.
Xelkê Xaçortê ku li dijî zêdebûna firotina tiryakê li taxên xwe di destê wan de dar û nobetê digirin, diyar kir ku ew ji bo parastina siberojê li wir in û got, ew ê têkoşînê bidomînin.
Dûran Kalkan diyar kir ku neguhertina mercên li Îmraliyê baweriya bi pêvajoyê lawaz kiriye û got, guhertina qanûnî eger mercên kar û jiyana azad û siyaseta demokratîk a Rêber Apo li xwe negire, wê neyê qebûlkirin.
Hemû Nûçe
-
'Têkoşîna gelê Kurd komplo pûç kir'
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Kaytan, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kirin, ku di qonaxa heyî de komploya navneteweyî hatiye pûçkirin.
-
-
-
-
-
Heta Ocalan azad bibe...
Meşa 150 Kurdistaniyên ji Luksemburgê ber bi Strasbourgê, bi şiyara 'Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî' dewam dike.
-
-
Daxwaza azadiyê sînoran nas nake
Meşa 'Ji Abdullah Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî' ya di 1'ê Sibatê de li Frankfurtê bi pêşengiya Ciwanên Azad bi beşdariya 100 kesî destpê kir, dewam dike.
-
-
Du jiyanên ber bi azadiyê ve dimeşin
Du jiyan, du çîrokên cuda yên temendirê. Sedemên ku ew neçarî jiyana li sirgûniyê hişt jî hevpar in. Bawerî û biryardariya ku wan îro gav bi gav ber bi azadiyê dibe jî, hevpar in: "Rastiya Ocalan".
-
Zarokên Kobanê
Koçberên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê ketin meha 5
-
-
'Xweda Kurd û Kurdistanê biparêze’
Oldarên Xiristiyan yên bi armanca piştgiriya Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ji Kobanê koç bikin û berxwedana li Kobanê tê meşandin, hatin Pirsûsê.
-
-
Li Bremenê xebatên hilbijartinê destpê kir
Li bajarê Elmanya Bremenê, starta xebatên hilbijartinên giştî yên 2015'an hat dayîn. Bi beşdariya Kurdistaniyên li Bremen, Bremen Hafen û derdora wê dijîn re, bi pêşengiya NAV-DEM'e civînek hat lidarxistin.
-
-
Pencewînî: Gelê Başûr dixwaze gerîla bimîne
Siyasetmedar û helbestvan M. Emîn Pencewînî daxuyaniyên hevserokatiya KCK’ê û Karayilan yên wekê ‘Em nîqaş dikin ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê bikişînin’ nirxand û da zanîn ku rexneyên li dijî Başûrê Kurdistanê mafdar in.
-
'Li dijî komployê jiyana azad hat avakirin'
Endama Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Elîf Ronahî der barê komploya navneteweyî de axivî û diyar kir, ku gelê Kurd ji sala destpêkê ve 15'ê Sibatê weke roja bêbandorkirina komployê nirxandiye û têkoşîna xwe derxistiye asta herî bilind.
-
Li Erdîşê 5 kes hatin binçavkirin
Li navçeya Erdîşa Wanê 5 endamên Meclîsa Ciwanan a DBP’ê ku ji bo kampanyaya alîkariya ji bo Kobanê alîkarî kom kiribûn hatin binçavkirin.
-
'Roja 15'ê Sibatê wê bibe roja boykotê'
Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî diyar kir ku wê roja 15’ê Sibatê derabeyên dikan û kargehan neyên vekirin, kontak bên girtin û di serî de dibistan, wê hemû saziyên dewletê bêne boykotkirin.
-
-
-
-
-
Li Kampa Sêmêlê zext didomin
Li Kampa Sêmelê ya girêdayî Zaxo ku koçberên ji Bakurê Kurdistanê lê dimînin, zextên PDK’ê yên li ser welatiyên kampê didomin.