Du jiyanên ber bi azadiyê ve dimeşin

Du jiyan, du çîrokên cuda yên temendirê. Sedemên ku ew neçarî jiyana li sirgûniyê hişt jî hevpar in. Bawerî û biryardariya ku wan îro gav bi gav ber bi azadiyê dibe jî, hevpar in: "Rastiya Ocalan".

Du jiyan, du çîrokên cuda yên temendirê. Sedemên ku ew neçarî jiyana li sirgûniyê hişt jî hevpar in. Bawerî û biryardariya ku wan îro gav bi gav ber bi azadiyê dibe jî, hevpar in: "Rastiya Ocalan".

Bi pêşengiya Tevgera Jinên Kurd li Ewropayê (TJKE), bi armanca şermezarkirina komploya navneteweyî jin ev 7 roj in bi daxwaza "Ji Ocalan re Azadî-Ji Kurdistanê re Azadî" ji Bernê dimeşin Strasbourgê. Ji 10 welatên cuda yên Ewropayê 115 jê jin 145 çalakger gav bi gav ber bi azadiyê ve dimeşin. Di nava meşvanan de jin û mêrên temenê wan di ser 60 salî re ne, hene. Rabîa Nas a 65 salî û Koçer Aydin ê 60 salî jî du ji van meşvanên bi coş û baweriyeke mezin ji 4'ê Sibatê û vir ve ber bi azadiyê ve dimeşin.

Çawa ku sedema hevpar a sirgûniya wan şîdeta dewletê ya li Kurdistanê be, bawerî û biryardariya wan a hevpar a li gel temenê dirêj wan bi kîlometreyan dimeşîne jî daxwaza 'Azadiya Ocalan û Kurdistanê' ye.

Rabîha Nas a 65 salî, di meşa azadiyê de hin caran li refên herî pêş, hin caran jî tevî temenê xwe yê dirêj bi qîrîna dirûşmeyan, derket pêş.

BI ÊŞA ZAROKÊN XWE YÊN HATINE WINDAKIRIN RE BER BI AZADIYÊ VE DIMEŞE

Rabîha Nas a 16 sal in li bajarê Elmanya Dortmundê li sirgûnê dijî, ji ber zexta dewletê ya li Kurdistanê neçar ma xaka xwe biterikîne. Nas, keçeke xwe û kurekî xwe di şerê têkoşîna azadiyê de winda kir. Kurekî wê jî dema li nava refên têkoşîna azadiyê şer dikir, lingekî xwe winda kiriye. Nas bi êşa her du zarokên xwe yên winda kiriye re ber bi azadiyê ve dimeşe û dibêje, "Kurekî min û keçeke min di temenê xwe yê ciwan de tevlî refên tevgera azadiyê bûn. Di sala 1999'an de kurê min şehîd ket. Piştre di sala 2012'an de keça min şehîd ket. Di sala 1994'an de kurekî min dema di nava tevgera azadiyê de bû, li Lubnanê bi birîndarî hat girtin û demekê li girtîgehê hat ragirtin. Paşê radestî Sûriyeyê hat kirin. Sûriyeyê jî ew teslîmî Saddam kir û bi mehan bi awayekî birîndar di girtîgehê de hat ragirtin. Dûre hat berdan, lê lingekî xwe winda kir."

JI BER BÊTÊLEKÊ 30 SAL

Nas da xuyakirin ku ji ber zarokên wê di nava tevgera azadiyê de bûn, ew li Kurdistanê her tim rastî zextê dihatin û anî ziman ku ji ber li mala wê bêtêlek hat dîtin, bi daxwaza 30 sal cezayê girtîgehê hatiye darizandin. Nas a nekarîbû êdî xwe li zextên dewletê rabigire, di sala 1999'an de neçar ma koçî Elmanyayê bike. Nas axaftina xwe wiha dewam kir: "Ji ber ku zarokên min li nava refên gerîla bûn, polîsan her tim diavêtin ser mala min. Bi her awayî şîdet dikirin. Rojekê li malê bêtêlek dîtin û ji ber vê yekê bi 30 salan cezayê girtîgehê hatim darizandin. Ji ber zextên li me hatin kirin, neçar mam bêm sirgûniyê. 16 sal in li vir im, mîna her roj di girtîgeha servekirî de dijîm. Hesreta welat di dilê min de her roj mezin dibe. Êdî bes e, ev pirsgirêk bila çareser bibe, em jî li welatê xwe vegerin."

LI GEL OCALAN EZ WELATÊ XWE Û XWE DIBÎNIM

Tevî hemû tiştên bi serê wê de hat jî Nas dibêje, "Ez aştiyê dixwazim. Ji bo azadiya Ocalan û welatê xwe, ez ber bi azadiyê ve dimeşim" û axaftina xwe wiha dewam kir: "Çawa ku lîderê her gelî bi gelê xwe re ye, em jî dixwazin bi lîderê xwe re bin. Li gel Ocalan ez xwe û welatê xwe dibînim. Heta ew azad nebe, ti Kurd azad nabe. Ez 65 salî me, min di vê rê de du zarokên xwe da, lê min ti carî negot ax. Pêwîstî pê hebe ez ê carê xwe jî di ber vê dozê de bidim. Ji bo azadiya welatê min û Ocalan, emrê min çiqas be jî, ez ê her tim di rê de bim."

JI BO AZADIYÊ BI DEHAN BERDÊL DAYE

Yek ji meşvanên azadiyê Koçer Aydin ê 60 salî yê ji Êlihê ye. Aydin ji Swîsreyê beşdarî meşa azadiyê bûye û 13 sal in li sirgûniyê dijî. Mîna Rabîha Nas sedema sirgûnbûyîna wî jî zexta dewletê ye.

Aydin tevî temenê xwe yê dirêj jî bi birdardarî dimeşe. Aydin diyar kir ku ji malbata wî gelek kesan di têkoşîna azadiyê de jiyana xwe ji dest dane û anî ziman ku di asta heyî de meşa azadiyê gelekî watedar e û got, "Di serî de jin em hemû ji bo serketinê ber bi azadiyê ve dimeşin."

'BI NIRXÊN OCALAN AFIRANDIYE RE EM Ê BI HEV RE AZAD BIBIN'

Aydin ragihand ku şoreşa li Rojava li ser bingeha felsefeya Ocalan pêk hatiye û got, "Eger me bi hêza ji felsefeya Ocalan wergirtiye re şoreş bi ser xistibin, em dikarin bi vê hêzê re Ocalan û Kurdistanê azad bikin. Em Kurd bibin yek, ev bes e. Bi rojane di meşa azadiyê de yekîtî, coş û ruhê baweriyê heye. Em bawerin ku em ê bi têkoşîna xwe re afirînerê nirxan, azad bikin."

Aydin diyar kir ku heta dawiya emrê xwe ew ê ji bo azadiyê li qadan be û got, "Heta Ocalan azad nebe, Kurdistan ti carî azad nabe. Bi nirxên Ocalan afirandiye re em ê Ocalan azad bikin û bigihêjin azadiya xwe."