'Roja 15'ê Sibatê wê bibe roja boykotê'

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî salvegera Komploya Navneteweyî diyar kir ku wê roja 15’ê Sibatê derabeyên dikan û kargehan neyên vekirin, kontak bên girtin û di serî de dibistan, wê hemû saziyên dewletê bêne boykotkirin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî 16’emîn salvegera Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê daxuyaniyek nivîskî weşand û diyar kir ku wê roja 15’ê Sibatê wê derabeyên dikan û kargehan neyên vekirin, kontak wê bên girtin û di serî de dibistan, wê hemû saziyên dewletê bêne boykotkirin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê têkildarî Komploya Navneteweyî ya ku li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan pêk hat û di encamê de roja 15’ê Sibatê Ocalan hate girtin û radestî dewleta Tirk hate kirin, daxuyaniyeke nivîskî weşand. Însiyatîfê komploya 15’ê Sibatê weke komploya herî mezin a sedsala 21’ê bi nav kir. Însiyatîfa Gelê Kurdistanê Komploya Navneteweyî ya li dijî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan nalet kir û got: “Em careke din soz didin ku em ê bi têkoşîna xwe ya rêxistinkirî komployê vala derbixin.”

Însiyatîfê got: “Gelê me yê ku ti carî ji fedakarî û berdêlan nareve, ev 42 sal in bi pêşengiya Rêbertiya me, di şexsê şehîdên me de meşaleyên azadiyê pê dixin û her ku diçe geştir dibe û bi vî awayî têkoşîna me gihiştiye roja îro” û da zanîn ku felsefe û paradîgmaya Ocalan îro li çar parçeyên Kurdistanê û qada navneteweyî pratîze dibe.

Însiyatîfa Gelê Kurdistanê diyar kir ku rastiya herî maqûl a ji bo sîstema Rojhilata Navîn pratîzekirina proje û ramanên Ocalan in û wiha domand: “Nûnerên sîstema kapîtalîst DYA, YE, Komara Tirk û hevkarên wan ên ku raman û projeyên Rêber Apo ji bo ji bo xwe weke gef dibînin, di encama komployeke navneteweyî de Rêbertiya me dîl girtin. Rêber Apo her çendî di nava çar dîwaran de ye, berxwedaneke bêhempa nîşan daye û dewleta Tirk aniye ber lingan û rastiya xwe bi raya giştî ya navneteweyî daye qebûlkirin.”

Însiyatîfê da zanîn ku ramanên Ocalan ên ku li Rojava ketine meriyetê, ji aliyê gelên cîhanê bi pesndayinê tê behskirin û got: “Berxwedana mezin a tevgera azadiyê, fedakariya gelê me û têkoşîna lehengiya şehîdên me, xwedî li Rêber Apo derketine."

Di berdewama daxuyaniyê de hate diyarkirin ku divê gelê Kurd baş bizane ku êdî komplo vala hatiye derxistin û got: “Ji vê saetê û pê ve êdî girtina Rêbertiya me nayê qebûlkirin. Tişta ku dikevin ser milê me mezinkirina rêxistinbûnê, em xwe bi xwe bi rê ve bibin û em bi xwe bikarin xwe bi xwe bi rê ve bibin. Em êdî em destûr nadin ku hin kesên din me bi rê ve bibin û rê nîşanî me bidin. Êdî polîtîkayên îstîsmarkirina ol û xapandinê yên dewleta AKP’ê ku bi salan e berdewam dikin, aşkera bûne.”

Însiyatîfê bal kişand ser girtin û kuştinên li Bakurê Kurdistanê û diyar kir ku dewleta AKP dil berdaye ser dîktatoriyê û da zanîn ku wê serhldinanên gel ên li hemberî vê yekê berdewam bikin û mezin bibin.

Însiyatîfa Gel a Kurdistanê diyar kir ku wê roja 15’ê Sibatê wê derabeyên dikan û kargehan neyên vekirin, kontak wê bên girtin û di serî de dibistan, wê hemû saziyên dewletê bêne boykotkirin. Însiyatîfê ragihand ku ew gel bi dirûşma “Azadiya Rêber Apo, azadiya me ye” vexwînin qadan û bang li her kesî kir ku ji îro û pêve çalakiyên girseyî  û radîkal li dar bixin.