
Siyasetmedar û helbestvan M. Emîn Pencewînî daxuyaniyên hevserokatiya KCK’ê û Karayilan ên ‘Em nîqaş dikin ku hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê bikişînin’ nirxand û da zanîn ku rexneyên li dijî Başûrê Kurdistanê mafdar in. Pencewînî ji ANF’ê re axivî û got ku gelê Başûrê Kurdistanê qehremaniya gerîlayan dît û dixwazin bimînin.
Rojek berê endamê Komîteya Rêveber a PKK’ê Murat Karayilan di merasîma cenazeyê gerîlayê HPG’ê Armanc Kurdo yê li Kerkukê jiyana xwe ji dest dabû de axivî û gotibû: “Niha rêveberiya me nîqaş dike ku em hêzên xwe ji Başûrê Kurdistanê vekişînin.”
Duh jî daxuyaniyek bi vî rengî ji Hevserokatiya Konseya Rêveber a KCK’ê hatibû. KCK’ê diyar kir ku di rojên dawî de li Başûrê Kurdistanê li dijî PKK’ê propagandayek veşarî tê meşandin û got: “PKK ya ku li dijî faşîzma DAIŞ’ê ji bo hebûn û azadiya gelê me li ber xwe dide û şehîdan dide, bi dagirkeriyê tê sûcdarkirin û her wiha propagandaya terorîstbûnê kirin. Her welatparêzê xwedî wijdan divê vê rewşê qebûl neke.”
KCK’ê destnîşan kir ku li dijî vê nêzîkatiya neyênî, xistine rojeva xwe ku gerîlayan bikişînin. Ev her du daxuyanî ji aliyê rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê ve bûn sedema nîqaşan. Endamê KNK’ê, siyasetmedar û helbestvan M. Emîn Pencewînî ji ANF’ê re axivî û got, "Ez rexneyên Karayilan û KCK’ê mafdar dibînim.”
ÇAPEMENIYA BAŞÛR, QEHREMANIYA GERÎLAYAN NEDÎT
Pencewînî got ku piştî nîqaşan destpê kiriye hem bi rêveberiya KCK’ê û hem jî fermandarên gerîlayên li eniyê şer dikin re hevdîtin kiriye û got: “Gerîla diyar dikin ku di şerê li dijî DAIŞ’ê de hewcedarî bi çekên bi bandor û nû hene. Lê heta niha ev daxwaza wan nehatiye cih. Ew gerîla niha bi derfetên xwe li eniyê şer dikin.”
Pencewînî diyar kir di nava pêşmergeyan de dijî gerîlayan newekhevî heye û ev nayê qebûlkirin û got: “Di vê dema ku hemû cîhan pesnê PKK’ê dide de, hinek weşanên çapemeniya Başûrê Kurdistanê PKK’ê wek terorîst dibînin.” Pencewînî rexneyên li dijî çapemeniya Başûrê Kurdistanê jî wiha berdewam kir:
“Her wiha hemû çapemeniya cîhanê qehremaniya PKK’ê ya ji Şengalê korîdor ji bo Rojava vekir û bi sed hezaran Êzidî xilas kir, dît. Lê çapemeniya Başûr ev ji nedîtî ve hat. Bi taybet hinek weşanan ji bo gerîlayên di operasyonên rizgarkirina Êzidiyan de şehîd ketin jî hevokek nenivîsin.”
Pencewînî anî ziman ku hinek nûçeyên ku der barê, rêveberiya KCK’ê agahiya ku hêzên xwe ji Başûr vekişînin daye PDK û YNK’ê weşandiye û got: “Hêviya me ev e ku rêveberiya PKK û KCK’ê der barê mayîna gerîlayan de biryarekê bide. Ev jî piştgiriyê dide yekîtiya neteweyî ya Kurdan.”
PENCEWÎNÎ: REWŞENBÎR DIXWAZIN GERÎLA BIMÎNE
Pencewînî destnîşan kir ku di rojên buhrî de bi rêveberên KCK’ê re hevdîtin kiriye û got ku wî nêrîna xwe ya ku bila gerîla li Başûrê Kurdistanê bimîne ragihandiye û got: “Min ji rayedarên KCK’ê re got rexneyên we di cih de ne, hûn tevlî şerê li dijî DAIŞ’ê bûn, gerîla fedakariya xwe nîşan da, gelê Başûr ev dît. Gelê Başûr teqez dixwaze gerîla bimîne.”
Pencewînî yê 73 salî ku li bajarê Başûrê Kurdistanê Silêmaniyê dijî, anî ziman ku rewşenbîr û siyasetmedarên Başûrê Kurdistanê jî wek wî difikirin û got: “Bi taybet welatparêz, demokrat, ên li aliyê yekîtiya neteweyî dixwazin gerîla bimîne. Lê biryarê wê Rêveberiya KCK’ê bide.”