Medico: Li Kobanê ji bo bingeha tibî korîdor şert e
Saziya alîkariya tibî ya navneteweyî Medico International da xuyakirin, ku li gel xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, ji bo xizmetên tibî destpê bikin, vekirina korîdora însanî şert e.
Saziya alîkariya tibî ya navneteweyî Medico International da xuyakirin, ku li gel xebatên ji nû ve avakirina Kobanê, ji bo xizmetên tibî destpê bikin, vekirina korîdora însanî şert e.
Li dû azadkirina Kobanê di encama berxwedaneke zêdeyî 4 mehan de, ji bo ji nû ve avakirinê xebatên tespîtkirina xisarê dewam dike. Li bajêr, bingeha tibî hema bêje nîne. Saziya alîkariya tibî ya navneteweyî Medico International da xuyakirin, ku li gel xebatên ji nû ve avakirina bajêr, ji bo xizmetên tibî destpê bikin, vekirina korîdora însanî şert e.
Xebatkarê Medico International Martîn Glasenapp ku piştî azadkirina Kobanê çû herêmê, der barê pêwîstiyên tibî yên li bajêr de agahî da kovara Der Spiegel.
Martîn Glasenapp ji Martîn Maxwîll ê ji Spiegel Online re axivî, bal kişand ser rewşa dawî ya însanî ya li Kobanê û xwest, ji bo alîkariya tibî û însanî korîdorek bê vekirin.
Endamê Medico ragihand ku bi deh hezaran penaberên ji ber êrîşên DAIŞ'ê xwe li Bakurê Kurdistanê girtin ji bo vegerin li ser xetê sekinîne û anî ziman ku ji ber xisara mezin a li bajêr, veger niha ne pêkane. Martîn Glasenapp da xuyakrin ku li gel kelûmelên înşaetê, ji bo rakirina xirbeyê li bajêr maşînên pêwîst jî nînin û di mijara xwarinê de bal kişand ser kêmasiyên heyî.
JI BO AMBÛLANSEKÊ 4 MEHAN JI ALIYÊ WALÎTIYA RIHAYÊ VE HATIN SEKINANDIN
Glasenapp diyar kir ku li naxa xirbeyên Kobanê, tevî bombeyên neqediyane û madeyên teqemeniyê, hînê li hin taxan cesed hene û anî ziman ku ji bo ji nû ve avakirina jiyana li bajêr pêwîstî bi lezgînî bi korîdora alîkariyê heye.
Glasenapp da zanîn ku ji aliyê derbaskirina alîkariyên ji bo Kobanê ve Walîtiya Rihayê gelekî astengiyan derdixîne û diyar kir ku wan hefteya bihurî ambûlansek ji bo Kobanê anîbûn, lê belê piştî rawestandina 4 heteyan destûr dan ku derbas bibe.
Glasenapp ji bo Kobanê daxwaza vekirina korîdora însanî dubare kir û anî ziman ku tevî kelûmelên alîkariya tibî, pêwîstiyeke mezin bi alavên înşaetê jî heye.
JI BO VEGERA BI DEH HEZARAN MIROVÎ JI NÛ VE AVAKIRIN Û BINGEHA TIBÎ ŞERT E
Martîn Glasenapp da zanîn ku li gundên derdora Kobanê pevçûn dewam dikin û her roj şervanên birîndar tên bajêr û got, "Nexweşxane li xisareke mezin rast hatin. Bi tenê du 'nexweşxaneyên jêrzemînê' hene û li vê derê hejmareke gelekî kêm doktor ev 5 meh in xizmetê didin. Yanî bi tenê dikarin dest li rewşên lezgîn werdin."
Martîn Glasenapp diyar kir ku bi deh hezaran Kobaniyên xwe li Bakurê Kurdistanê girtine, ji bo vegerê li ser sînor disekinin û got, "Lê belê rêveberiya bajêr rica ji van mirovan kir ku bi lez vengerin, ji ber ku ji bo van mirovan bingeheke têrker nîne" û bal kişand ser girîngiya xebatên ji nû ve avakirina bajêr.
WEKE GAVA DESTÊPÊKÊ WARGEHEK JI KONAN DIKARE BÊ AVAKIRIN!
Glasenapp da zanîn ku rêveberiya bajarê Kobanê li gel xebatên tespîtkirina xisarê, li ser planên ji nû ve avakirina bajêr jî dixebite û got, "Ji bo vê jî gava destpêkê dikare avakirina wargeheke ji konan be. Eger bi deh hezaran mirov vegerin, pêwîstî ne tenê bi sîstemeke elektrîkê, av û xwarinê, di heman demê de pêwîstî wê bi bingeheke tibî jî hebe."