Li Bremenê xebatên hilbijartinê destpê kir
Li bajarê Elmanya Bremenê, starta xebatên hilbijartinên giştî yên 2015'an hat dayîn. Bi beşdariya Kurdistaniyên li Bremen, Bremen Hafen û derdora wê dijîn re, bi pêşengiya NAV-DEM'e civînek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Bremenê, starta xebatên hilbijartinên giştî yên 2015'an hat dayîn. Bi beşdariya Kurdistaniyên li Bremen, Bremen Hafen û derdora wê dijîn re, bi pêşengiya NAV-DEM'e civînek hat lidarxistin.
Li bajarê Elmanya Bremenê, starta xebatên hilbijartinên giştî yên 2015'an hat dayîn. Bi beşdariya Kurdistaniyên li Bremen, Bremen Hafen û derdora wê dijîn re, bi pêşengiya NAV-DEM'e civînek hat lidarxistin. Di civîna li Komeleya Bremen Biratî e.V. de Kurdistaniyan starta xebatên hilbijartinê dan.
Li dû deqeyeke rêzgirtinê ya ji bo bîranîna cangoriyên têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê, nîqaş hatin kirin. Di encama nîqaşan de ji bo xebatên hiqûqî, şêwirmendî û teknîkî bimeşîne komîsyonek ji 73 kesan hat avakirin. Komîsyon ji saziyên têkiliyên bi gel re û saziyên olî pêk tê.
Komîsyon wê destpêkê, hilbijêran tespît bike, ji bo qeyd li lîsteya hilbijartinê were kirin wê bibe alîkar.
Her wiha ji bo tevkarî û alîkariyê li pêvajoya bikaranîna dengan bikin, wê dildar werin wezîfedarkirin.
Di civînê de biryar hat dayîn ku di pêvajoya kampanya hilbijartinê de bi beşdariya bernamzetan civîn, şev û semîner werin lidarxistin. Komîsyon her wiha ji bo xwe bigihîne armanca 8 hezar dengan, di nava xwe de komîsyonên pêwendîdar ava kir û ev komîsyonên mijara gotinê wê di rojên pêş de bicivin.