Li Kampa Sêmêlê zext didomin
Li Kampa Sêmelê ya girêdayî Zaxo ku koçberên ji Bakurê Kurdistanê lê dimînin, zextên PDK’ê yên li ser welatiyên kampê didomin.

Niştecihên Kampa Sêmêlê berî niha diyar kiribûn ku hêzên asayîşa PDK’ê bi sedema sempatiya wan li hember PKK’ê heye dest danîne ser belgeyên îkameya 4 kesan, zextan li malbatên ku zarokên wan di nav PKK’ê de hene dikin û ji wan re dibêjin, "Yan hûn ê dest ji PKK’ê berdin an jî hûn ê ji vir biçin.“
Niştecihên kampê yên nexwestin navê xwe bidin, diyar kirin ku asayîşê dest daniye ser belgeyên îkameya 4 kesan û bi vî awayî hejmara malbatên ku belgeyên wan ên îkameyê hatine desteserkirin gihiştine 8’an.
Niştecihên kampê destnîşan kirin ku bi taybet li hember malbatên şehîdan û yên bi nêzîkatiya xwe ya bi PKK’ê re tên naskirin rastî zextan tên. Belgeyên îkameyê yên van malbatan tên desteserkirin û bi derxistina ji wargehê tên tehdîtkirin.
Niştecihên kampê diyar kirin ku Berpirsyarê Asayîşê Saman Omer yek bi yek bang li malbatan dike wan tehdît dike û ji wan re dibêje, "Yan hûn ê dest ji PKK’ê berdin an jî hûn ê ji vir biçin.“
Niştecihên kampê anîn ziman, gumana wan heye ku ev zext zêde bibin.