Li Dêrsimê ‘boykota dibistanan’ di roja duyemîn de ye
Li ser banga Meclîsa Gel a Dêrsimê bi dirûşma, ‘Perwerdeya zanistî, laîk, demokratîk û bi zimanê dayikê’ boykota hat destpêkirin di roja duyemîn de ye.

Li dibistanên seretayî, navîn, lîse û zanîngehan ev du roj e pol vala ne û malbatên xwendekaran jî piştgirî dan boykotê. Hinek malbatan diyar kirin ku bila zarokên wan heta dawiya salên dersa olî boykot bikin.
Malbatan destnîşan kirin ku wê daxwaznameyê bidin Midûriyeta Perwerdehiyê ya Navendî û gotin: “Em piştgiriyê didin kampanyayê. Ji bo ku zarokên me perwerdeyek zanistî, laîk, demokratîk û bi zimanê dayikê bibînin, çi ji destê me bê em ê bikin.”