‘Cenazeyên PKK’iyên di bin erdê de bi amûrên taybet jî nayên tespîtkirin’

Parêzer Berdan Ozturk piştrast kir ku li Goristana Tekke ya Jor a Sêwasê ji ber ku li ser gora 29 gerîlayên PKK’ê goristan hatiye avakirin, kolandin nayê kirin.

Parêzer Berdan Ozturk piştrast kir ku li Goristana Tekke ya Jor a Sêwasê ji ber ku li ser gora 29 gerîlayên PKK’ê goristan hatiye avakirin, kolandin nayê kirin. Ozturk da zanîn ku piştî vî karî dij mirovahiyê cenazeyên di 5 metre di bin erdê de, bi amûrên lêgerîna maden û petrolê jî nayên tespîtkirin.

Parêzer Berdan Ozturk derxist holê ku 29 gerîlayên PKK’ê ku di sala 1996’an de li Dîvrîga Sêwasê di encama bombebaranê de jiyana xwe ji dest dane li Goristana Tekke ya Jor hatine definkirin. Ozturk ji ANF’ê re axivî û diyar kir ku li cihê ku gerîla hatine definkirin şaredariya Sêwasê di 2005’an de ew der tiîe kiriye û ji ber li ser goristan hatiye avakirin niha kolandin nayê kirin. Ozturk got: “Bi vê pêkanîna dij mirovahiyê, gorên gerîlayan di 5 metre di bin erdê de mame. Me 15 roj berê amûrên maden û petrolê ku 2 metre kûrahiyê tespît dike anî, lê gor tespît nekirin.

Parêzer Ozturk ji bo xwe bigihîne cenazeyên 29 PKK’iyan di bin banê MEYA-DER’ê de têdikoşe û  piştrast kir ku li ser gorên gerîlyan goristan hatiye çêkirin û ji ber vê yekê kolandin nekare bê kirin. Ozturk dema ku aqûbeta du gerîlayên di 2014’an de li Sêwasê şehîd ketibûn lêkolîn dikir, derxistibû holê ku 29 gerîlayên PKK’î ku di 1996’an de di bombebarana li bejahiya Dîvrîga Sêwasê jiyana xwe ji dest dane li heman nuqteyê hatine definkirin.

BI KOMÎ DEFINKIRIN E

Ozturk got ku hejmara gerîlayên jiyana xwe ji dest dane ne 33, 30 ye û 29 gerîlayên jin û mêran pêk tên li Goristana Tekke ya Jor hatine definkirin û cenazeyeke gerîlaya jin a ku du hefte piştî bombebaranê hatiye dîtin û nedihat naskirin, nasnameya wê nehatiye diyarkirin jî li Goristana Dîvrîgî hatiye definkirin. Ozturk bi lêv kir ku 29 cenaze dij wecîbeyên olî, bi komî hatine definkirin.  Ozturk got: “29 gerîla bi kepçeya traktorê li xaka ku hatiye kolandin hatine çalkirin. Serê gerîlayekî tê bin lingê yê din. Di navbera wan de navbereke kurt hiştine û çal kirine.”

Ozturk got ku çend meh berê kolandin kirine, lê rastî tiştekî nehatine û cihê ku operatorê kepçeyê yê demî, xebatkarê şaredariyê, muftî û nobedarê goristanê nîşan daye, Şaredariya Sêwasê di 2005’an de ser wê tijî kiriye û goristan avakiriye û ji ber vê yekê niha em nekarin kolandinê bikin. Ozturk wiha got: “Piştî vê pêkanînê cenazeyên gerîlayan 5-6 metreyan di bin erdê de maye. 15 roj berê me bi amûrên lêgerîna petrol û madenê lêgerîn kir, lê tiştek nehat tespîtkirin.”

DER BARÊ ŞAREDARIYÊ DE SERLÊDANA SÛC

Oztuk bilêv kir ku ev sûcê mirovahiyê ye û çalkirina bi vî rengî ya gerîlayan di hiqûqa şer de jî nîne û nayê qebûlkirin. Ozturk got ku di rojên pêş de li şaxa MEYA-DER a Amedê wê bi 13 malbatan re di vê mijarê de daxuyaniyek berfireh bidin û wiha axivî: “Em ê der barê şaredariya demî ya Sêwasê de  ku li ser gora PKK’iyan goristan ava kiriye serlêdana sûc bikin. Em ê vî sûcê dijmirovahiyê bibin saziyên edaetê yên navneteweyî.”