Gel xwedî li pezkovî derket

Li Dêrsimê, çêlika pezkovî ya li êrîşa werşeq rast hat, gelê Dêrsimê xwedî lê derket.

Li Dêrsimê, çêlika pezkovî ya li êrîşa werşeq rast hat, gelê Dêrsimê xwedî lê derket. Berdevkê Hewldana Parastina Jiyana Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê Yildirim diyar kir ku jiyana çolî bi xeteriyê re rû bi rû ye. Dêrsimiyan her wiha diyar kirin ku kuştina pezkovî li gorî baweriya Elewîtiyê, bêqîmetî ye.

Li qada Aglayan Kayalar a li ser rêya Dêrsim-Erzînganê, Dêrsimiyên çêlikek pezkovî dîtin sekinînin, dest li rewşê werdan û werşeq ji herêmê qewirandin. Alî Sarin çêlika pezkovî bir cem veterîner û got, "Dema ji Pira Sor ber bi Dêrsimê ve diçûm min pezkoviyek dît. Ji nav lepên werşeq rizgar kir û ji bo tedawî bike min anî cem veterîner."

'PEZKOVÎ PÎROZ E'

Alî Baran Dêrsim ê li Dêrsimê dijî jî got, "Pezkovî di baweriya me de pîroz e. Li gorî vegotinên mîtolojîk ên baweriya me, pezkovî pezê Xizir e." Dêrsim destnîşan kir ku kuştina pezkovî li gorî baweriya Elewîtiyê bêqîmetî ye û diyar kir ku bêqîmetî jî di Elewîtiyê de cezayê herî mezin e.

'PROJEYÊN GEFÊ LI JIYANA ÇOLÎ DIXWIN'

Di vê navberê de Berdevkê Hewldana Parastina Jiyana Xwezayî û Çandî ya Dêrsimê Bariş Yildirim jî bal kişand ser projeyên bendav, HES, ocaxên madenê û diyar kir ku ev hemû proje li Dêrsimê gefê li jiyana çolî dixwin. Yildirim da xuyakirin ku têkoşîna wan a hiqûqî ya li dijî van projeyan wê dewam bike."