Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Hozat, Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Kaytan, Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Kalkan, Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Karasû destnîşan kirin, ku di qonaxa heyî de komploya navneteweyî hatiye pûçkirin.
Pêvajoya komployê, sekna gelê Kurd a piştî kompoyê, rewşa tevgera jinê, guhertinên felsefîk ên li nava PKK'ê û pêşketinên li nava civakê, ji aliyê kadroyên pêşeng ên PKK'ê ve ji ANF'ê re hatin nirxandin.
DI NAVA HÊZÊN KOMPLOKER DE RÊ LI BER TIRS Û FIKAREKE MEZIN VEDIKIR!
Hevseroka Konseya Rêveber a KCK'ê Besê Hozat da xuyakirin, ku komploya navneteweyî ya 15'ê Sibatê di kesayetiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî xeta jinên azad a Kurd hatiye kirin û sedemên rûdana komployê bi vî rengî nirxand: "Ez beriya her tiştî komploya navneteweyî bi hêrs şermezar dikim. Komploya navneteweyî komployek li dijî xeta jinê ya azad, li dijî tevgera jinê hatiye kirin. Ev yek bi awayekî şênber, bi komkujiya li Parîsê ya li hemberî rêhevalên Sara, Rojbîn û Ronahî de derket holê. Weke tevgera jinê me her tim bi vî rengî nirxand û têkoşîna xwe li ser vê bingehê dan rûniştandin. Dema komploya navneteweyî rû da, dirûşma bingehîn a komplokeran 'di destpêkê de li jinê bidin' bû. Êrîşeke berfireh a li dijî têkoşîna jinê, li dijî tevgera jinê ya azad, di şexsê Rêber Apo de hat destpêkirin. Bi komploya navneteweyî re, rastiya têkoşîna jina azad a Rêber Apo afirand, hewl hat dayîn bê tinekirin. Nuqteya bingehîn a Rêberê me ji lîderên din cihê dike, pêşketinên di tevgera azadiya jinên Kurd de rê li ber vekiriye ye."
Hozat da zanîn ku di encama kûrbûna ramanî ya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de, tevgera jinên Kurd bi têkoşîna xwe ya li nava civaka Kurd rê li ber guhertinan vekir re, ket rojeva cîhanê û veguherî aktorekî sereke yê li herêmê û rewşa piştî komployê bi vî rengî nirxand: "Bi bandora xwe ya li herêmê re têkoşîna rizgariya jinê, vînbûyîna jinên Kurd, tevlîbûna xurt li nava tevgera azadiyê, li her qada jiyanê vînbûyîna jinê û bi vîna xwe ya azad tevlîbûna li nava têkoşînê, rê li ber cudahiyeke gelekî wesfdar vekir. Mêrê Kurd guhert, zîhniyeteke zayendîparêz a gelekî cidî şikand, rê li ber şoreşeke cidî ya zîhnî vekir, rewşa feodal a li nava civaka Kurd ji hev belav kir, di nava civaka Kurd de rê li ber guhertineke cidî vekir. Şoreşa civakî û siyasî ya li Kurdistanê bandor li herêmê kir, bandor li jinên herêmê kir, bandor li civaka herêmê kir. Ev hemû pêşketin bi kûrbûna ramanî ya Rêber Apo ji aliyê bîrdozî û felsefî ve derketin holê. Vê yekê hêzên navneteweyî yên komploker xist nava tirs û fikaran."
PÎVANA FELSEFÎK: YA MIN NEKUJE, MIN XURT DIKE!
Endamê Konseya Serokatiya Giştî ya KCK'ê Alî Haydar Kaytan jî da xuyakirin ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li şert û mercên Îmraliyê ji aliyê bîrdozî û felsefîk ve sekneke gelekî qewîn nîşan daye û ev têkoşîna xurt bi vî rengî nirxand: "Rêber Apo li Îmraliyê hema bêje li darbestekê hatibû bicihkirin. Bi awayekî hatibû çarmixkirin û li darbestê hatibû bicihkirin. Di cih û rewşeke bi vî rengî de, kûrbûneke ewçend xurt a felsefîk, bîrdozî û teorîk bi dest xist, bi pêş xist. Di vir de pîvana bingehîn a jiyanê rol lîst. Ew jî pîvana sekna felsefîk a bingehîn bû; Ya min nekuje, min xurt dike."
Kaytan ragihand ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Girava Îmraliyê ne tenê komplo analîz kiriye, di heman demê de sîstema komplokeran dixwestin ava bikin analîz kiriye û li dijî vê sîstemeke jiyana felsefîk a alternatîf afirandiye. Kaytan şaristaniya demokratîk bi van gotinan vegot: "Rêber Apo sîstema şaristaniya nû ya afirand, bi navê sîstema şaristaniya demokratîk pênase kir. Dibe ku me di asta paradîgmayî de ev guhertin weke paradîgmaya civaka azadîparêziya jinê, ekolojîk û demokratîk pênase kir. Ev yek xwedî wateyeke mezin e. Lewma sîstema nû ya civakî jî, wê sîstemeke civakî ya xwe dispêre azadîparêziya jinê, demokratîk û ekolojîk. Di nava vê de bi qasî ku bê xwestin sosyalîzm jî dikare bê jiyîn. Ya rast, pêşkêşkirina rastiya hatiye windakirin, ji nû ve ji bo mirovahiyê ye."
SEKNA GELÊ KURD KOMPLO DA ÎTIRAFKIRIN!
Endamê Komîteya Rêveber a PKK'ê Dûran Kalkan diyar kir ku di bêencammayîna komployê de sekin û têkoşîna gelê Kurd roleke diyarker lîstiye û bi van gotinan girîngiya têkoşîna gel a li dijî komployê destnîşan kir: "Helwesta gel a fêmkirina rastiya Rêbertiyê, xwedîderketina li têkoşîn û helwesta Rêbertiyê, di her şert û mercî de yekbûyîna bi Rêbertiyê re, şopandin û bûyîna xeleka ji agir a li dora Rêber Apo, rol lîst. Li gorî komplokeran wê Rêbertî ji rêxistinê dûr bixista, rêxistin bi vî rengî tine bibûya û bi vî rengî desteka gel jî kêm bûya. Lê ev bicih nehat. Berevajî, gel hîn bêhtir xwedî li Rêber Apo derket. Hîn bêhtir li dora Rêbertiyê civiya. Bi dirûşma 'Hûn nikarin roja me tarî bikin' bi berxwedaneke fedaî gel bû milîtanê pêşeng ê parastin û xwedîderketina li Rêbertiyê. Ji Rêbertiyê qut nebû. Jİ ber ku ev sekna fedaî ne tenê li nava kadroyên partiyê bû. Di nava gel de, bi beşdariya mirovên ji her temenî, her zayendî û her pîşeyî, xwe da der."
Kalkan ragihand ku tevgera gel, hêzên komploker anîn wê nuqteyê ku li komployê mukur bên û got, "Wezîrê Karên Derve yê DYA ku komplo koordîne dikir, li pêşberî berxwedana gel wiha diaxivî: 'Belê em li benda nerazîbûnê bûn, lê ne li benda nerazîbûneke bi vî rengî bûn.' Yanî sekna xwedîderketin û parastina Rêber Apo, berxwedan bi vî rengî pênase kir. Hêzên komplo birêxistin kirin û meşandin mukur hatin ku li pêşberî vê xwedîderketin û sekna parastinê Rêber Apo ji aliyê gel ve, komplo bi ser neketiye. Mezinahiya berxwedanê, lehengiya sekna gel a li dora Rêber Apo û mezinahiya wê, da îtirafkirin."
RASTIYA RÊBERTIYÊ BI GELBÛYÎNÊ RE DI NAVA PKK'Ê DE XWE NÎŞAN DA
Endamê Konseya Rêveber a KCK'ê Mûstafa Karasû, sekin û têkoşîna tevgera PKK'ê nirxand û van gotinan asta heyî ya vê têkoşînê vegot: "Bi pêşengiya Rêber Apo bandora tevgera azadiyê ya Kurd a li herêmê û cîhanê li pêş çavan e. Şoreşa Rojava şoreşeke di bin bandora Rêber Apo de ye. Rêber Apo xwedî wê perspektîfa teorîk û bîrdoziyê ye, ku dikare ji mirovahiya cîhanê re bibe pêşeng. Yê li Şengalê Êzidî ji qirkirinê rizgar kir, tevgera azadiyê ya Kurd e. Bandora tevgera azadiyê ya Kurd a li Iraqê, ji bandora tevahiya tevgerên Kurd zêdetir e. Li Bakur ji xwe di encama têkoşîna bi dehan salan de rastiya gelê ji bo azadiya xwe şer dike, derketiye holê. Di serhildanên destekkirina berxwedana Kobanê yên 6-9'ê Cotmehê de, li Tirkiyeyê gel gelek dever kontrol kiriye. Nîvê Kurdistanê yekser ketiye bin kontrola hêzên civakî yên di bin bandora tevgera me de ne. Gel û ciwanan bi derfetên xwe re dewlet û polîs ji cihê lê ne, derketine. Tevgera herî girîng û bi bandor a îro siyaseta Tirkiyeyê diyar dike, tevgera azadiyê ya Kurd e. Her kes li bendê ye ku Rêber Apo çi dibêje, tevgera azadiyê ya Kurd çi dike û wê çi bike. Ji komploya navneteweyî hatiya vê nuqteyê, bêguman tê wateya pûçkirina komployê."
Karasû, piştî serhildanên 6-9'ê Cotmehê û 1'ê Mijdarê, qonaxa komoploya navneteweyî ya gihaştiye bi vî rengî nirxand: "Di 1'ê Mijdarê Roja Piştevaniya Kobanê ya Cîhanê de, gelên cîhanê bi çalakiyan xwedî li berxwedana Kobanê derket, xwedî li tevgera azadiyê ya Kurd a li wê derê derket û polîtîkayên tecrîdê yên li hemberî Rêber Apo û tevgera azadiyê ya Kurd ji holê rakiriye. Ya ku îro herî zêde tê naskirin û bandora xwe heye, tevgera Rêber Apo PKK ye. Xeta Rêber Apo îro hêvî dide gelan. Em encamên vê li tevahiya cîhanê dibînin. Piştî serhildanên 6-9'ê Cotmehê û 1'ê Mijdarê, êdî kes nikare bêje komplo heye."