Ebdullah: Divê hêzên neteweyî li Rojava korîdora ewlekariyê ava bikin
Hevseroka PYD'ê Ebdullah di axaftina xwe ya li konferanseke li Parîsê diyar ku divê hêzên neteweyî ji bo avakirina korîdoreke ewlekariyê li Rojava, bikevin nava hewldanan.
Hevseroka PYD'ê Ebdullah di axaftina xwe ya li konferanseke li Parîsê diyar ku divê hêzên neteweyî ji bo avakirina korîdoreke ewlekariyê li Rojava, bikevin nava hewldanan.
Hevseroka PYD'ê Ebdullah di axaftina xwe ya li konferanseke li Parîsê de got, "Di têkoşîna çar mehan de 408 gerîlayên YPG/YPJ'ê şehîd ketine. Hêzên me ji çeteyên DAIŞ'ê 4900 kes kuştine." Ebdullah diyar ku divê hêzên neteweyî ji bo avakirina korîdoreke ewlekariyê li Rojava, bikevin nava hewldanan. Ji Senatoya Belçîkayê Anne-Marie Lizin jî di axaftina xwe ya li konferansê de xwest PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' were derxistin.
Di konferansa li Şaredariya Herêma 10. a paytexta Fransa Parîsê de li gel Kurdistanî û Fransiyan, Hevserokên PYD'ê Asya Ebdullah û Salih Muslim, ji Fermandarên YPJ'ê Nesrîn Ebdullah û Nûnerê PYD'ê yê Parîsê Xalid Îsa amade bûn.
HEVDÎTINA BI HOLLANDE RE
Hevseroka PYD'ê Asya Ebdullah diyar kir ku bi serketina Kobanê re têkoşîna mafdar û rewa ya Kurdan derketiye holê û hêzên navneteweyî jî wê ji niha û pê ve bi nêrîneke cuda li Têkoşîna Azadiyê ya Kurd binêrin.
Li ser pirseke rojnamevanekî Fransayî Ebdullah, der barê hevdîtina wan bi Serokkomarê Fransayê François Hollande re agahî da. Ebdullah diyar kir ku Hollande ji ber têkoşîna li dijî DAIŞ'ê ew pîroz kirine û ji wan re gotiye, "Di dema pêş de danûstandinên me yên bi rayedarên PYD'ê re wê dewam bikin û di mijara ji nû ve avakirina Kobanê de em ê alîkariyê bikin."
HERÎ KÊM 4900 ÇETE HATIN KUŞTIN
Ebdullah li ser pirseke din bîlançoya berxwedana Kobane aşkera kir: "Di nava têkoşîna çar mehan de 408 gerîlayên YPG/YPJ'ê şehîd ketine. Li navnda bajêr 21 sivîlan jiyana xwe ji dest dane, 1500 sivîl birîndar bûne. Li hemberî vê yekê jî hêzên me ji çeteya DAIŞ'ê ya faşîst 4900 kes kuştine. Gelek maşînên DAIŞ'ê hatine îmhakirin. Ji bilî hejmarên di destê me de, haya me jê heye ku gelek cesedên endmên çeteya DIAŞ'ê hene."
'DIVÊ LI ROJAVA KORÎDORA EWLEKARIYÊ WERE AVAKIRIN'
Ebdullah da zanîn ku di serî de rejîma Sûriyeyê divê tevahiya raya giştî ya cîhanê destekê bidin modela xweseriyê ya li Rojava bi pêş ve dikeve û got, "Ev model wê li Rojhliata Navîn di avakirina sîstemeke demokratîk de wê bibe sembol." Ebdullah axaftina xwe wiha dewam kir: "Pêwîste hêzên neteweyî, beriya her tiştî ji bo avakirina korîdoreke ewlekariyê ya li Rojava bixebitin. Niha li derveyî Rojava li Başûrê Kurdistanê jî li Kerkûk û Şengalê Hêzên Parastinê yên Kurd li dijî DAIŞ'ê li ber xwe didin û ev rewş li Rojava li hemberî hemû kantonan hînê xeteriyeke. Ji bo careke din Rojava û Kobanê li êrîşên bi vî rengî rast neyê, em ê stratejiyên cuda biafirînin."
'CÎHANÊ BANDORA JINÊ DÎT'
Ji Fermandarên YPJ'ê Nesrîn Ebdullah jî diyar kir ku di serketina Kobanê de têkoşîna jinê derket pêş û destnîşan kir ku raya giştî êdî baştir dîtiye ku di Têkoşîna Azadiyê ya Kurd de jin çiqasî bi bandor e. Ebdullah got, "Serketina li Kobanê bi dest ket, ne tenê ji bo gelê Kurd, serketina tevahiya mirovahiyê ye li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê DAIŞ'ê."
'MODELA AŞTIYÊ YA LI ROJAVA BI PÊŞ DIKEVE'
Ji Senatoya Belçîkayê Anne-Marie Lizin jî beşdarî konferansê bû û got, "Ji roja destpêkê ve em dizanin ku hûn têkoşîneke çiqasî zehmet dimeşînin û li ser navê mirovahiyê ji ber vî şerê hûn bi ser ket, spasiyên xwe pêşkêşî we dikim." Lizin ragihand ku li Kobanê 'şerê ji bo mirovahiyê' hatiye dayîn û anî ziman ku modela li Rojava bi pêş dikeve jî, modeleke aştiYê ye dikare ji tevahiya Rojhilata Navîn re bibe mînak. Lizin nerazîbûn nîşanî ragirtina PKK'ê di 'lîsteya rêxistinên terorê' da û got, "Rewşeke normal nîne. Ji bo PKK ji lîsteyê bê derxistin em di nava hewldanan de ne."
'DIVÊ MEQAMÊN FRANSAYÊ BI BERPIRSYARÎ RABIN'
Ji Partiya Çep a Fransayê Alain Billion jî got, "Ez jinên Kurd ên li Kobanê li dijî barbar, paşverû û faşîstan bi lehengî li ber xwe dan pîroz dikim. Her wiha ji bo kifşkirina kujerên sê jinên Kurd ên şoreşger li Parîsê, pêwîste meqamên Fransayê wezîfeya dikeve ser milê xwe bicih bînin."
Sekreterê Giştî yê Partiya Komunîst a Fransayê Pierre Laurent, Parlamenterê Partiya Keskan Sergio Corronnado, Parlamenterê Partiya Sosyalîst Gerard Bapt, Şaredarê Herêma 10. a Parîsê Remi Ferad ên tevlî konferansê bûn, bi peyameke hevpar serketina Kobanê silav kirin û xwestin PKK ji 'lîsteya rêxistinên terorê' bê derxistin.