Heyeta Rêxistina Efûya Navneteweyî hate Cizirê
Heyetek ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo hin lêkolînan bike hate Cizîrê.
Heyetek ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo hin lêkolînan bike hate Cizîrê.
Heyetek ji Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ji bo hin lêkolînan bike hate Cizîrê.
Li navçeya Cizîrê ya Şirnexê endamên Şaxa Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî ya Tirkiyeyê Andrew Gardner û Murat Çekîç ji bo lêpirsina bûyerên Cizîrê ligel gelek saziyan hevdîtin pêk anîn
Heyeta ji Gardner û Çekîç pêk tê der barê bûyeran de agahî ji saziyan girtin. Heyet ji bo lêpirsinê çû cihê ku zarokê 12 salî Nîhat Kazanhan ê di 14'ê Çileyê de ji aliyê polîsan ve hatibû qetilkirin û lêkolîn kirin. Her wiha heyet çûn serdana malbatên zarokên Nîhat Kazanhan û Umît Kurt ên ji hêla polîsan ve hatibûn qetilkirin.
Heyetê piştî serdanên xwe yên li navçeyê diyar kirin ku ew ê der barê bûyerê de raporek amade bikin.