Ji bo boykota li Dêrsimê piştgiriyeke mezin
Li ser banga Meclîsa Gel a Dêrsimê ji çalakiya boykotê re ya li hember waneyên mecbûrî yên olî hat destpêkirin, tevlîbûneke zêde çêbû.
Li ser banga Meclîsa Gel a Dêrsimê ji çalakiya boykotê re ya li hember waneyên mecbûrî yên olî hat destpêkirin, tevlîbûneke zêde çêbû.
Li ser banga Meclîsa Gel a Dêrsimê ji çalakiya boykotê re ya li hember waneyên mecbûrî yên olî hat destpêkirin, tevlîbûneke zêde çêbû. Li tevayî bajêr xwendekar neçûn dibistanan û "perwerdeyeke zanistî, laîk, demokratîk û bi zimanê dayikê xwestin.”
OLGUN: 13’Ê SIBATÊ EM Ê DEST JI KAR BERDIN
Hevserokê Şaxa Egîtîm-Sen a Dêrsimê Hasan Olgun got, “Divê perwerde ne cudakar, tek tîp, yek nîjad, yek mezheb be. Em dixwazin li gor rêgezên wekheviyê ya welatîbûnê tevbigerin, her kes mafên wekhev bigirin. Lê belê hikûmet di perwerdeya tekperest de bi israr in. Li hember van hemûyan em dixwazin bi çalakiyeke li tevayî welêt hikûmetê hişyar bikin; em polîtîkyeke perwerdeyê ya zanistî, demokratîk, laîk û bi zimanê dayikê dixwazin.” Olgun diyar kir ku wek sendîka ji bo piştgiriya ji boykotê re 13’ê Sibatê wê çalakiya destberdana ji kar pêk bînin.
DOGRU: DIVÊ BAWERÎ Û GEL BIGIHÊJIN HEV
Hevserokê DBP’ê yê Dêrsimê Ergîn Dogru jî got, "Em wek gelê Elewî têkoşînekê dikin. Wê ev têkoşîna me heta dawiyê bidome.”