Kobanê di roja 149’ê de hat silavkirin
Şervanên YPG-YPJ’ê ku azadî anîn Kobanê, li gundên Miseynter û Elîzer yên li xeta sînor di roja 149. de bi zincîra mirovahiyê hatin silavkirin.

Piştî ku navenda bajarê Kobanê bi giştî ji çeteyên DAIŞ’ê hat paqijkirin û hat azadkirin şûnde li sê eniyan li hemberî gundan operasyonên paqjiyê bê navber didome. Li xeta sînor ku aliyê din yên berxwedanê ye ji roja destpêkê berxwedanên hatibûn destpêkirin jî li gorî operasyonên paqijiyê bi teşe dibin. Bi armanca silavkirina berxwedana Kobanê çalakiyên zincîra mirovahiyê yên hatine destpêkirin di roja 149’ê de li gundên Miseynter û Elîzerê berdewam kir. Welatiyên ji gundê Dêrxas a Melezgîra Muşê hatin û nobet dewr girtin li gundê Miseynterê li Papûra Paramaz Qizilbaş di destê wan de alên PKK, KCK û YDG-H’ê hildan û bi dirûşmeyan berxwedana mezin qehremanan silav kirin. Piştî re jî li gunê Elîzer zincîra mirovahiyê hat avakirtin û welatiyan destê hev girtin û berê xwedan Kobanê, warê azadî û berxwedanê Kobanê silav kirin.