Zarokên Kobanê

Koçberên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê ketin meha 5

Koçberên Kobanê yên ji ber êrîşên çeteyên DAIŞ'ê reviyan û hatin Pirsûsê ketin meha 5. Di roja 134. de berxwedana şervanên YPG/YPJ'ê bi têkoşînek bêhempa û sedsalî nîşanî cîhanê dan û Kobanê rizgar kirin. Dema êrîşên çeteyên DAIŞ'ê yên li hemberî Kobanê dijwar bûn, welatiyên Kobanê jî berê xwe dan Pirsûsê. Ji bo koçberên Kobanê bi pêşengiya şeredariya Pirsûsê konbajarê Arîn Mîrkan, Sûphî Nejat Agirnasli, Kader Ortakaya, Kobanê, Rojava û Şehîd Gelhat hat avakirin û li vir hatin bicihkirin. Wek her şerî yên herî zêde bandor li ser wan çêbûye bê guman dîsa jî zarok in. Zarokên Kobanê li gorî temenê xwe yê biçûk ji her tiştî haydar in û her tim tiliyên wan ji bo serfiraziyê li jor e û ji ser lêvên wan dirûşmên "Bijî berxwedana YPG/YPJ" û "Bijî Serok Apo" nakevin.. Zarok wekî haya wan ji tiştekî tine be, jiyana xwe berdewam dikin û bi li benda vegera ser axa xwe ne. 

Wêne: MEHMET SIDDIK DAMAR