'Xweda Kurd û Kurdistanê biparêze’
Oldarên Xiristiyan yên bi armanca piştgiriya Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ji Kobanê koç bikin û berxwedana li Kobanê tê meşandin, hatin Pirsûsê.
Oldarên Xiristiyan yên bi armanca piştgiriya Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ji Kobanê koç bikin û berxwedana li Kobanê tê meşandin, hatin Pirsûsê.
Oldarên Xiristiyan yên bi armanca piştgiriya Kobaniyên ji ber êrîşên DAIŞ’ê neçar man ji Kobanê koç bikin û berxwedana li Kobanê tê meşandin, hatin Pirsûsê. Ji oldarên Xiristiyan Pîno Sanzî destê xwe vekir û bi Îtalyanî dûaya ‘Xweda ti Kurd û Kurdistanê biparêzî’ kir.
15 oldarên Xiristiyan ên ji 200 Dêrên Protestan ên li Îngîlîstan, Swêd, Amerîka, Yewnanîstan, Îtalya û Fransayê temsîl dikin, bi armanca piştgiriya ji bo berxwedana Kobanê hatin navçeya Pirsûs a Rihayê û ji bo malbatên ku neçar man ji Kobanê koç bikin xebatên xwe didomînin. Oldarên ku di xebatên avakirina parka ji bo zarokan û mutbexa konbajarê Şehîd Gelhat a Şaredariya Pirsûsê de xebatan dimeşînin, çûn serdana gundên berxwedanê yên li xeta sînor.
Li ser navê oldarên Xiristiyan John Martîn ku çûn serdana gundên Miseynter, Mehser û Elîzerê, axivî û diyar kir ku bi armanca piştgiriyê bidin gelê Rojava û bi taybet jî gelê Kobanê, ji bo alîkariya wan hatine Pirsûsê û piştre jî wê xebatên xwe yên li Kobanê yên avakirinê bidomînin û diyar kir ku ew dixwazin di pêvajoya xebata avakirinê de cih bigirin. Li aliyê din jî gundê Elîzer jî li ser navê heyetê oldarê Xiristiyan ê Îtalyayê Pîno Sanzî axivî û da zanîn ku ew berê li cihên cuda yên Rihayê mane û ji bo gelê Kurd destê xwe vegirt û bi Îtalyanî dûaya ‘Xweda ti Kurd û Kurdistanê biparêzî’ kir.
Oldarên Xiristiyan piştî serdana gundên berxwedanê, şêniyên gund û Kobaniyên koç kirine, vegeriyan Kampa Şehîd Gelhat.