Li Hezexê komplo hat şermezarkirin
Li navçeya Hezexê ya Şirnexê rêxistinen HDP û DBP’ê Komploya Navneteweyî ya 15’ê Sibatê şermezar kirin.

Bi sedan kesên di pêşengiya rêxistina HDP û DBP ya Hezexê de li navçeyê kom bûn, ji bo balê bikişînin ser azadiya Ocalan û komployê şermezar bikin meşiyan. Welatiyên li Parka Aştî ya li Taxa Turgut Ozal hatin gel hev, posterên Ocalan vekirin û nerazîbûnên xwe yên li hember komployê bi pankartên reş nîşan dan.
Girse ji vir ber bi Aîle Çay Bahçesî ya Şaredariyê meşiya, dirûşmên dilsoziya bi PKK û Ocalan re gotin. Hevserokê Rêxistina DBP’ê ya Navçeyê Ramazan Vesek di daxuyaniya hat xwendin de got, "Gelê Kurd bi salan dest ji têkoşîna xwe bernedaye û wê bernede. Têkildarî çareserî û aştiyê em ê gavên ji bo çareseriyê biavêjin, bi vî awayî wezîfeya xwe bînin cih. Em ê di demeke herî kurt de Birêz Ocalan bigihênin azadiyê.”
Piştî daxuyaniyê bi sedan kesan bi çepik û dirûşman çalakiya xwe bi dawî kirin.