Ji nû ve avakirina Kobanê bi 7 yekîneyan dewam dike

Berdevkê Komîsyona Jinûve Avakirina Kobanê Îdrîs Nahsan diyar kir, ku xebatên tespîtkirina xisarê bi komîsyonên ji 7 yekîneyên cuda dewam dikin.

Berdevkê Komîsyona Jinûve Avakirina Kobanê Îdrîs Nahsan diyar kir, ku xebatên tespîtkirina xisarê bi komîsyonên ji 7 yekîneyên cuda dewam dikin û got, "Xebatên destpêkê li ser avahiyên cemaweriyê, saziyên sivîl, nexweşxane, dibistan, navendên baweriyê û binesaziya bajêr tên meşandin. Dûre wê tespîta xisarê ya li xanî û avahiyên sivîl bê kirin û plansaziyek were derxistin."

Li dû azadkirina navenda Kobanê, xebatên ji nû ve avakirina bajêr dewam dikin. Li aliyekî pêngava duyemîn a rizgarkirinê li gundan dewam dike, li aliyê din jî xebatên ji bo tespîtkirina xisara li Kobanê ji aliyê Komîsyona Jinûve Avakirinê ya Kobanê ve tên meşandin. Ji bo tespîtên zerarê li gorî herêman bi awayekî cuda weke rapor bên amadekirin, di bin sîwanê komîsyone de 7 yekîneyên cuda hatin avakirin. Destpêkê li ser qadên tenduristî, perwerde û binesaziyê xebat tên meşandin. Berdevkê Komîsyona Jinûve Avakirinê ya Kobanê Îdrîs Nahsan diyar kir ku ji bo alîkarî bigihêjin Kobanê divê korîdoreke însanî were vekirin.

XEBATÊN DESTPÊKÊ LI AVAHIYÊN CEMAWERIYÊ Û SIVÎL TÊN MEŞANDIN

Nahsan ragihand ku ji bo plansaziya pêvajoya ji nû ve avakirinê wan destpêkê komîsyonek ava kirine û got, "Komîsyona me ji gelek kadroyên pispor ên ji akademîsyen, endezyar û mîmaran pêk tê. Her wiha di nava komîsyonê de rayedarên kantonê û rayedarên şaredariyê yên bajêr baş nas dikin jî cih digirin." Nahsan diyar kir ku li gorî beşên qadên tenduristî, perwerde, binesazî, mîmarî û sivîl, wan 7 yekîne ava kirine û ragihand ku ew destpêkê giraniyê didin ser qadên cemaweriyê. Nahsan got, "Xebatên destpêkê li ser avahiyên cemaweriyê, saziyên sivîl, nexweşxane, dibistan, navendên baweriyê û binesaziya bajêr tên meşandin. Dûre wê tespîta xisarê ya li xanî û avahiyên sivîl bê kirin û plansaziyek were derxistin."

'AVAKIRINA KOBANÊ DI HEMAN DEMÊ DE AVAKIRINEKE PSÎKOLOJÎK E'

Nahsan da zanîn ku ji ber travmaya giran a şer rê li ber vekir, avakirina Kobanê di heman demê de avakirineke psîkolojîk e û got, "Ji bo welatiyên vegerin li qadên jiyanê entegre bibin û tevgera li qada civakî zindî be, xebatên me yên ji bo ji nû ve zindîkirina xebatên çandê heye." Nahsan diyar kir ku binesaziya bajêr hilweşiya ye, nexweşxaneyan xisareke mezin dîtine û got, "Mînak yekîneyeke me bi binesaziya bajêr re mijûl dibe. Ev nuqteyeke gelekî girîng e. Her wiha yekîneyeke me bi nexweşxane û dermangehan re mijûl dibe. Ev jî yek ji pêwîstiyên lezgîn e. Ji ber ku roj bi roj hejmara sivîlên tên bajêr zêde dibe."

AVAKIRINA KAMPAN DI ROJEVÊ DE YE

Nahsan bibîr xist ku hin malbatên xaniyên wan hilneweşiyane vegeriyane xaka xwe û anî ziman ku piştî hemû gund hatin azadkirin, ew ê ji bo bicihkirina sivîlan, avakirina kampan bixin rojeva xwe." Nahsan anî ziman ku alîkariyên heta niha digihêjin Kobanê têra pêwîstiya çend hezar mirovî dike û got, "Lewma beriya banga vegera gel, em bang dikin ku ji bo alîkarî bigihêjin Kobanê korîdoreke were vekirin."

DAXWAZA ALÎKARIYA NAVNETEWEYÎ

Nahsan diyar kir ku têkoşîna li Kobanê li dijî çeteyên dijminê mirovahiyê hat meşandin, berxwedaneke gerdûnî ye û da zanîn ku gelek saziyên sivîl ên navneteweyî yên bala wan li ser Kobanê ne, ji bo ji nû ve avakirina bajêr bi wan re ketine nava têkiliyê. Nahsan got, "Ji Spanyayê rêxistinên civakî yên sivîl bi me re ketin nava têkiliyê û xwestin, raporên me li ser xisarên dibistan û nexweşxaneyan amade kirine, ji wan re bişînin. Me jî raporên xwe ji wan re şand. Piştî ku lêkolîn bikin ka çawa dikarin alîkariyê bikin, ew ê ji me re ragihînin. Her wiha saziyên sivîl ên li Danîmarka û Bakurê Kurdistanê jî, rayedarên ji Heyva Sor a Kurdistanê, ji me rapor xwestin."

'BÎRA BERXWEDANÊ WÊ BIBE MUZE'

Nahsan da zanîn ku ji bo berxwedana dîrokî û texrîbata şer rê liber vekir weke bîreke dîrokî bimîne wê beşek ji bajêr bikin muze.

Nahsan herî dawî bal kişand ser ambargoya li ser Kobanê û diya rkir ku divê ji Deriyê Sînor ê Murşîtpinarê korîdorek were vekirin. Nahsan ji tevahiya gelên Kurdistanê û derdorên demokrat xwest, ku beşdarî pêvajoya ji nû ve avakirina Kobanê bibin.