Çeteyan dîsa êrîşî başûrê Kerkûkê kirin
DAIŞ’ê li dijî gundên li derdora bajaroka Daqûq a girêdayê bajarê Kerkûk e, vê sibehê dîsa êrîş pêk anî.
DAIŞ’ê li dijî gundên li derdora bajaroka Daqûq a girêdayê bajarê Kerkûk e, vê sibehê dîsa êrîş pêk anî.
DAIŞ’ê li dijî gundên li derdora bajaroka Daqûq a girêdayê bajarê Kerkûk, vê sibehê dîsa êrîş pêk anî.
Gerîla û hêzên pêşmergeyan demildest bersiv dan êrîşan û pevçûn derket. Hate hînbûn ku di pevçûnan de pêşmergeyekî jiyana xwe ji dest daye.
Çeteyên DAIŞ’ê vê sibehê dîsa êrîşî gundên Zanqî, Kobanê, Esîrê, Sera yên girêdayî bajaroka Daqûq ku Kurdên Kakaî lê dijîn ê Kerkukê kirin. HPG-YJA Star û hêzên pêşmergeyan bersiv dan êrîşan.
Hêzên pêşmergeyan li dijî biryargeya DAIŞ’ê ku li gundê Banîşaxê bû êrîşa topbaranê pêk anî û pevçûn bi hemû dijwariya xwe didomin.
Hate hînbûn ku pêşmergeyê jiyana xwe ji dest daye Êrîş Malîk Kakeyî ye.
Hate hînbûn ku mewziyên çeteyên DAIŞ’ê yên li gundê Vahde jî ji aliyê balafirên koalîsyonê ve hatine bombebaran kirin, êrîşên hewayî li gundê Vahde û derdora wê hê didome.