Nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan hat aşkerakirin
Komîteya Piştgirya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Komîteya Piştgirya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Komîteya Piştgirya Malbatên Şehîdan a PKK'ê, nasnameya 21 gerîlayên di demên cuda de jiyana xwe ji dest dan, aşkera kir.
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê bi daxuyaniyeke nivîskî got, "Şehîdên me yên di dîroka me ya têkoşîna azadiyê ya Kurdistanê de pêşeroja gelê me ronî kirin, bi têkoşîna xwe ya lehengî re nirxên me yên azadiyê afirandin, paşeroj, îro jî siberoja me ne. Şehîdên me yên di her roja dîroka me ya berxwedana bi heybet de sekneke berxwedana destanî, meş û lehengiyeke canfedayî nîşan dan, di tevahiya dîroka azadiyê de gelê Kurd û Kurdistanê bi berxwedaneke mezin a ji ruhê azadkirinê tacîdar kirine."
Komîteya Piştgiriya Malbatên Şehîdan a PKK'ê got, "Şehîdên me yên ku di nava gelên cîhanê de serê gelê me bilind kirine, îro jî dibin sedem ku em bi rûmetdarî bimeşin" û ev xal destnîşan kir: "Şehîdên me yên ku canê xwe di her demê de bi ruhê Apoyî danîn holê, wê weke pêşengên rasteqîn ê Pêngava Rizgariya Demokratîk û Avakirina Jiyana Azad werin bîranîn û bên bibîr anîn. Bi bîr û baweriya 'dilsoziya bi şehîdan bi temsîlkirina rast a wezîfeyên têkoşîna wan dibe' divê em di her kêliyê de, her rojê soza dilsoziya bi wan re bidin û zanibin bi wan re bijîn. Ji ber ku Şehîd li gel me jiyana rasteqîn dijîn. Em parçeyekî wan ê jê nayê veqetandin. Û wezîfeya me ye ku li ser vê bingehê em nirxê pêwîst nîşanî wan bidin.
Bila neyê jibîrkirin: wateya giştî ya hemû şehîdan, dijderketina li jiyaneke vîna dijmin li ser me ferz dike ye. Weke şopdarên baş ên şehîdên xwe yên li dijî jiyana dijmin derdikevin, em ê jî li dijî jiyana mêtînger û dagirker li ser me ferz dikin derkevin û jiyaneke demokratîk û azad ji xwe re esas bigirin.
Pêwîste hemû kêliyên şehîdên me yên berxwedanê, hemû taybetmendî, helwest û gotinên wan, jib o me weke bang û fermanekê bên fêmkirin û bicih werin anîn."
Komîteyê got, "Em ê her tim dilsozê vê bang û fermanên şehîdên xwe bin û soza jiyanek bi vê dilsoziyê didin" û ev xal destnîşan kir; "Daxwaz û xeyalên wan, heta afirandina Kurdistaneke azad û demokratîk -mîna îro li Kobanê tê dîtin- em ê şerê xwe mîna duh îro jî, sibê jî dewam bikin."
Nasnameya gerîlayên jiyana xwe ji dest dane bi vî rengî ye:
Naîf Yuksel bi nasnav Amed Sîpan, di sala 1972'an de li Norşîn a Bedlîsê ji dayik bû, di sala 1998'an de li Erzîromê beşdar bû, di 18'ê Tîrmeha 2000'î de li Pilemor a Dêrsimê jiyana xwe ji dest da.
Necla Karabay bi nasnav Zekiye, di sala 1977'an de li Xîzan a Bedlîsê ji dayik bû, di sala 1994'an de beşdar bû, di 31'ê Tebaxa 1996'an de li Tetwanê jiyana xwe ji dest da.
Seyfettîn Ozal bi nasnav Şervan, di sala 1965'an de li Bedlîsê ji dayik bû, di sala 1990'î de li Bedlîsê beşdar bû, di 29'ê Gulana 1991'ê de li Mûşê jiyana xwe ji dest da.
Ekrem Taştan bi nasnav Zinar, di sala 1973'an de li Qereyazî ya Erzîromê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Elmanya beşdar bû, di sala 1994'an de li Gerdiya ya Mûşê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Şîrîn Akan bi nasnav Karker, di sala 1971'ê de li Mîdyatê ji dayik bû, di sala 1983'an de li Îzmîrê beşdar bû, di sala 1994'an de li Colemêrgê jiyana xwe ji dest da.
Bişar Karatay bi nasnav Mazlûm, di sala 1972'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1993'an de li Nisêbînê beşdar bû, di 17'ê Mijdara 1993'an de li Bagok a Mêrdînê jiyana xwe ji dest da.
Dilhaş Getîren bi nasnav Zinarîn, li navçeya Mêrdîn Şemrexê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Îzmîrê beşdar bû, di sala 1996'an de jiyana xwe ji dest da.
Edîp Getîren bi nasnav Hogir, li navçeya Mêrdîn Şemrexê ji dayik bû, di sala 1996'an de beşdar bû, di sala 1999'an de di çalakiya li ser rêya Amed-Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da.
Îbrahîm Balik bi nasnav Şahîn, li navçeya Mêrdîn Mehsertê ji dayik bû, di sala 1994'an de li Nisêbînê beşdar bû, di sala 1995'an de li Bagokê jiyana xwe ji dest da.
Agît Demîr bi nasnav Dilbirîn, di sala 1971'ê de li Nisêbînê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Nisêbînê beşdar bû, di Tîrmeha 1994'an de di çalakiya Qereqola Sawe-Mêrdînê de jiyana xwe ji dest da.
Îzzettîn Akgul bi nasnav Yasîn, di sala 1972'an de li Hezexê ji dayik bû, di sala 1989'an de li Kerboranê beşdar bû, di 6'ê Kanûna sala 1997'an de li Motkî-Xerzanê jiyana xwe ji dest da.
Kadrûllah Dûrsûn bi nasnav Haşim Mazî, di sala 1969'an de li Dêrikê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Botanê beşdar bû, di 14'ê Nîsana sala 1998'an de li Bestayê jiyana xwe ji dest da.
Mesût Tokgoz bi nasnav Rizgar, di sala 1976'an de li Mîdyatê ji dayik bû, di sala 1995'an de li Stenbolê beşdar bû, di 14'ê Tîrmeha sala 1998'an de li Çewlik/Dara Hênê jiyana xwe ji dest da.
Şerîf Yilmaz bi nasnav Sabrî, di sala 1975'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1990'î de beşdar bû, di sala 1994'an de li Katoyê Xelîla jiyana xwe ji dest da.
Tarik Aslan bi nasnav Savaş Cebe, li Mîdyatê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Elmanyayê beşdar bû, di 14'ê Nîsana sala 1994'an de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Kenan Yeler, di sala 1976'an de li Mêrdînê ji dayik bû, di sala 1992'an de beşdar bû, di sala 1994'an de li Serhedê jiyana xwe ji dest da.
Mehmet Ozalp bi nasnav Hawar Întîkam, di sala 1977'an de li Milazgirtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Mûşê beşdar bû, di 7'ê Tîrmeha sala 1997'an de li Zagros/Mîrosê jiyana xwe ji dest da.
Resûl Yardimci bi nasnav Ronî, di sala 1977'an de li Milazgirtê ji dayik bû, di sala 1991'ê de li Tendurekê beşdar bû, di 16'ê gulana 1997'an de li Hewlêrê jiyana xwe ji dest da.
Hasan Guler bi nasnav Rizgar Fuzecî, di sala 1972'an de li Pazarcix a Mereşê ji dayik bû, di 15'ê Nîsana sala 1992'an de li Elmanyayê beşdar bû, d, 13'ê Çileya 2007'an de li Amedê jiyana xwe ji dest da.
Feyzûllah Komur bi nasnav Nûrhak, di sala 1980'yî de li Elbîstanê ji dayik bû, di sala 1997'an de li Elbîstanê beşdar bû, di 21'ê Îlona sala 1998'an de li Amed/qada Şehîd Kendal jiyana xwe ji dest da.
Hasan Îletmîş bi nasnav Bedran Pazarcik, di sala 1972'an de li Pazarcix a Mereşê ji dayik bû, di sala 1992'an de li Elmanyayê beşdar bû, di sala 1994'an de li Girtê Ertûş ê Maroko jiyana xwe ji dest da.