'Sala 2015'an wê bibe sala azadiya Ocalan'

Gerîlayên Kurdistanê di 16. salvegera Komploya Navneteweyî de careke din komplo şermezar kirin û destnîşankirin ku ew ê sala 2015’an bi azadkirina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tacîdar bikin.

Her sal roja 15’ê Sibatê Komploya Navneteweyî ya li hemberî Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan tê şermezarkirin. Di encama Komploya Navneteweyî de Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan di 15’ê Sibata 1999’an de dîl hate girtin. Her sal ji bo şermezarkirina komployê li tevayî cîhanê, ji aliyê bi milyonan kesî ve komplo tê şermezarkirin. Gerîlayên Kurdistanê ji bo şermezarkirina 16. salvegera Komploya Navneteweyî, ji ajansa me re axivîn. 

‘SALA 2015’AN WÊ BIBE SALA AZADIYA RÊBER APO’

Yek ji gerîlayên Kurdistanê Harûn Endîwer, Komploya 15’ê Sibatê şermezar kir û destnîşan kir ku di dîrokê de gelê Kurd her tim bi qirkirinê re rû bi rû mane. Endîwer, bibîrxist ku roja 15’ê Sibatê hem roja darvekirina Şêx Seîd e hem jî roja dîlgirtina Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan e û wiha got: “Ev ne tesaduf e. Ev yek ji berê de ji aliyê hêzên hegemonîk ve hatiye plankirin.” Endîwer, diyar kir ku komplo ji aliyê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ve hate pûçkirin û wiha got: “Rêber Apo li Îmraliyê jiyanek nû afirand. Vê jiyana li ser bingeha exlaq, civak, azadî û wekheviyê bandora xwe bi taybetî li ser gelê Kurd û hemû gelên cîhanê kiriye.” Endîwer, got ku di vê salê de li dijî komployê têkoşîna xwe xurttir bikin û sala 2015’an wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan.” 

‘SERKETINA KOBANÊ TÊKBIRINA KOMPLOYÊ YE’

Gerîlaya bi nave Rojbîn Amed jî diyar kir ku Komploya Navneteweyî di şexsê Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de li hemberî gelê Kurd pêk hatiye. Rojbîn Amed, da zanîn ku Rêberê Gelê Kurd Abdulah Ocalan roja reş veguherand ronahî ye û îro li Kobanê bi serketinê hatiye tacîdarkirin. Amed, daxuyand ku xwestin komployê bi êrîşên DAIŞ’ê berdewam bikin û wiha got: “Xwestin bi rêya çeteyên barbar ên DAIŞ’ê careke din komplo berdewam bike. Lê êrîşên DAIŞ’ê li hemberî berxwedana YPG, YPJ û gel têk çû.” Amed, destnîşan kir ku sala 16. salvegera Komployê wê bibe sala azadiya Rêberê Gelê Kurd û Kurdistanê.

‘RÊBER APO LI DIJÎ KOMPLOYÊ GEL BIHÊZ KIR’

Gerîlayê bi navê Sîrvan Soma jî diyar kir ku armanca hêzên herêmî û modernîteya kapîtalîst ew bû ku xeta Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan li Kurdistanê û Rojhilata Navîn pêş nekeve û wiha got: “Bi vê armancê li hemberî Rêber Apo komplo dan destpêkirin. Li beranberî komployê Rêber Apo gelê kurd bi hêz kir û careke din rakir ser piyan.” Soma, da zanîn ku sala 2015’an bikin sala azadiya Ocalan û Kurdistanê.”

PÊWÎST E EM TÊKOŞÎNA XWE XURT BIKIN

Gerîlayê bi nave Taylan jî got ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan ji bo wan her tişt e û wiha got: “Rêber Apo ji bo me her tişt e. Jiyan û azadiye. Azadiya Rêber Apo azadiya me ye. Heta Rêber Apo azad nebe em jî azad nabin.” Taylan, destnîşan kir bi rengê cuda hêzên modernîteya kapîtalîst dixwazin komployê berdewam bikin û wiha got: “Şerê li Kobanê û Şengalê parçeyek ji wê komployê ye.  Li Parîsê qetilkirina hevala Sakîne jî parçeyekî komploya navneteweyî ye. Ji ber vê yekê divê gele me zanibe ku komploya navneteweyî  bi rêbazên cuda berdewam dike. Pêwîst e  gelê me, li hemberî komployê têkoşîna xwe bilind bikin,  hesap ji komplogeran bixwazin, xwedî li azadiya  Rêber Apo derkevin û azadiya Rêber Apo weke azadiya xwe bibînin.”

‘EM Ê BIHARA GELAN BIGIHÎNIN SERKETINÊ’

Gerîlayê bi nave Umut Elî jî destnîşan kir ku komployê şermezar dikin û di 16. salvegera Komploya Navneteweyî de ew ê ji pêvajoya ku Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan daye destpêkirin re bibin bersiv û li Rojhilata Navîn bihara gelan bigihînin serketinê. Elî, diyar kir ku ew ê di rêya hevalên ku ji bo parastin û azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan de canê xwe feda kirine de bimeşin û sala 2015’an bikin sala azadiya Ocalan û gelê Kurd.”