Li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî
HPG'ê da xuyakirin, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî dewam dike.
HPG'ê da xuyakirin, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî dewam dike.
HPG'ê da xuyakirin, ku li Herêmên Parastinê yên Medyayê tevgera hewayî dewam dike.
Navenda Ragihandin û Çapemeniyê ya HPG'ê bi daxuyaniyekê ragihand ku tevgera balafirên şer û keşfê yên artêşa Tirk ên li qadên gerîla dewam dike. Di daxuyaniyê de ev agahî hat dayîn:
"Di 9-10'ê Sibatê saet di navbera 00:00 - 05:00 de li ser xeta sînor a Heftanînê ya li Herêmên Parastinê yên Medyayê, balafirên bê mirov ên keşfê yên artêşa TC a dagirker, keşif kirine.
Di 9'ê Sibatê saet di navbera 22:00 - 23:00 de li ser herêma Metîna, balafirên keşfê yên artêşa TC a dagiker geriyane û di 10'ê Sibatê (îro) saet di 04:00 de jî tevgera balafirên şer hatiye tespîtkirin."