Operator di bin aşûtê de man

Piştî aşûta li rêya Mûş-Amed, îro dema xebatên vekirina rêyan dihat kirin, aşût ket ser wesayîtên kar ên rêyan. Operatorên wesayîtên kar ku bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin, xebatên vekirina rêyan didome.

Piştî aşûta li rêya Mûş-Amed, îro dema xebatên vekirina rêyan dihat kirin, aşût ser ser wesayîtên kar ên rêyan.  Operatorên wesayîtên kar ku bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin, xebatên vekirina rêyan didome.

Li gor agahiyên hatin wergirtin, li devera Çiyayê Kozma ya rêya Mûş- Amed dema rê dihatin vekirin, aşût ket û du wesayîtên kar di bin aşûtê de man. Operatorên wesayîtan bi derfetên xwe ji bin aşûtê derketin. Yek ji operatorê wesayîta kar Medenî Maral ê ji bin aşûtê derket got ku dema wesayîtên di rê de mane rizgar kirin, di bin aşûtê de man.

Piştî berfa zêde ya duh li devera Çiyayê Kozma ya li ser rêya Mûş- Amed piştî nivro li devera Çiyayê Kozma rê hat girtin. Wesayîtên kar ên ji bo vekirina rê hatibûn, di bin aşûtê de man û 4 operator bi derfetên xwe rizgar bûn.