'Azadiya Birêz Ocalan azadiya gelên bindest e'

Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl diyar kir ku emperyalîst û hevkarên wan xwestine gelên Kurd û Tirk berdin hev û got, "Lê belê Birêz Ocalan ev plan û xeyalên wan xera kir. Lewma emperyalîstan û hevkarên wan komploya 15'ê Sibatê pêk anîn."

Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl diyar kir ku emperyalîst û hevkarên wan xwestine gelên Kurd û Tirk berdin hev û got, "Lê belê Birêz Ocalan ev plan û xeyalên wan xera kir. Lewma emperyalîstan û hevkarên wan komploya 15'ê Sibatê pêk anîn."

Hevşaredarê Dêrsimê Mehmet Alî Bûl da zanîn ku bi tezên Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan re Projeya Rojhilata Navîn a Mezin vala derketiye û got, "15'ê Sibatê ji aliyê Gladyoya NATO û hevkarên wê ve hatiye organîzekirin. Li pêşberî teza Ocalan a konfederalîzma demokratîk, van hêzan nekarîbûn Projeya Rojhilata Navîn a Mezin bixin meriyetê. Ev yek îro jî tê dîtin. Li welatên ku lê rê li ber hilweşînê vekirin, nekarîn xeyalên xwe bicih bînin. Li şûna rêveberiyên hatin hilweşandin, me modernîteya demokratîk ava kirin. Ev yek jî mafdariya teza modernîteya demokratîk a Birêz Ocalan nîşan dide. Ji ber vê panîkê, li dijî modernîteya demokratîk a Birêz Ocalan komployeke bi vî rengî hatiye kirin."

Bûl got, "Xwestin vîna me mehkûm bikin, lê bi ser neketin" û destnîşan kir ku rastiya gelekî heye. Bûl diyar kir ku Ocalan xwedî rewşeke civakî ye û got, "Azadiya Birêz Ocalan azadiya karkeran, kedkaran, Kurd, Elewî, Suryanî, Ermenî bi kurtasî azadiya Rojhilata Navîn û hemû gelên bindest e. Li pêşberî vê yekê neçar man vîna me nas bikin. Ya wê vîna me nas bikira yan jî wê tevahiya Rojhilata Navîn û gelên bindest li pêşberî xwe bidîtina."

Bûl anî ziman ku emperyalîstan û hevkarên wan xwestin gelên Kurd û Tirk bîne hemberî hev û got, "Lê belê Birêz Ocalan ev plan û xeyalên wan pûç kir. Lewma emperyalîstan û hevkarên wan komploya 15'ê Sibatê pêk anîn. Lê belê ji vê wêdetir jî nekarîbûn biçin. Nekarîbûn gelê Kurd, gelên Rojhilata Navîn bê vîn bihêlin. Îro jî em di nava pêvajoyeke çareseriyê de ne, pêvajoyeke ku dewam dike heye. Ji bo dewamî û mayîndebûna pêvajoyê, şert e ku Birêz Ocalan azad bibe. Eger tê xwestin di pêvajoya çareseriyê de gavên cidî werin avêtin, eger tê xwestin di pêvajoya çareseriyê de dewamî hebe û mayînde bibe, wê demê divê Birêz Ocalan azad bibe. Em bi bilindkirina dengê xwe re, ji bo dewamî û mayîndebûna pêvajoya çareseriyê ji Birêz Ocalan re azadiyê dixwazin."

Bûl ragihand ku ew komploya 15'ê Sibatê şermezar dikin û anî ziman ku pêwîste ji bo azadiya Rojhilata Navîn, hemû gelan û gelên bindest, têkoşîn dewam bike. Bûl destnîşan kir ku azadiya Rêberê Gelê Kurd Abdullah Ocalan azadiyeke civakî ye.