TEVDA'yê nerazîbûn nîşanî girtina Saçik da
TEVDA’yê nerazîbûn nîşanî girtina endamê FKÊ Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hat girtin, da.
TEVDA’yê nerazîbûn nîşanî girtina endamê FKÊ Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hat girtin, da.
Tevgera Azadî û Demokrasiyê ya Ezidiyan (TEVDA) nerazîbûn nîşanî girtina endamê rêveberiya Federasyona Komeleyên Êzidiyan (FKÊ) Alî Saçik ku li Başûrê Kurdistanê hat girtin da, daxuyaniyek nivîskî weşand.
Di daxuyaniyê de hat diyarkirin ku Alî Saçik 8’ê Sibatê ji aliyê hêzên asayîşa Zaxo ve hatiye binçavkirin, li ku ye û rewşa wî çawa ye agahî jê nehatiye girtin. Hat gotin ku ew ji jiyana Saçik bi fikarin.
Hat diyarkirin ku Saçik Êzidiyekî ku neçar ma li derveyî welat bijî û wiha hat gotin: “Piştî êrîşa 3’ê Tebaxê ya komkujiya Şengalê siyasetmedarê Kurd Alî Saçik ji bo gelê xwe re bibe derman her cure alîkariyê daye û bi civata Êzidî re maye.”
TEVDA’yê di dawiya daxuyaniyê de da zanîn ku bê hincet Saçik girtî tê hiştin û got ku ev rewş zerarê bide yekîtiya neteweyî û birînên civata Êzidî teze dike. TEVDA’yê bang li hemû kesî kir ku di şexsê Alî Saçik de xwedî li Êzidiyan bê derketin.